Doza H.O hat teloqkirin

22:43

JINHA


ŞIRNEX –  Doza H.O, ya ku li Cizîra Şirnexê di nîsana sala 2012’an de dema diçû nexweşxaneyê rastî tecawiza 5 kesan a ku xwe wekî polîs dayî nasîn hat, hate teloqkirin. 


H.O, par dema diçû nexweşxaneyê rastî tecawiza 5 kesan hat. Tenê 2 tecawizkar hatin girtin, lê piştî rapora Tiba Edlî her du girtî jî serbest hatin berdan. Îro doza H.O’yê hat dîtin. Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel  Aydogan  û nûnerên Saziyên sivîl tevli danişînê bûn. Doza H.O’yê bi sedema kêmasiyên dosyayê û komkirina delîlan teloqê 3’ê adarê bû.


Nûnerên saziyên jinan û parlamenter Nursel bertek nîşan da û da zanîn ku wekî dozên din heman nêzîkatî hat nîşandan. Her wiha Nursel, di axaftina xwe de bal kişand ser kuştina sê siyasetmedarên jin ên kurd û da zanîn ku dê têkoşîna siyasetmedarên jin bilind bikin.


(la)