Li Qeladizê keçek 14 salî ji zinar kete xwarê û jiyana xwe ji dest da
12:41
JINHA
QALEDIZÊ - Ji bajarê Qaledizê keçek 14 salî li gel malbata xwe çubûn quntarên çiyayê Qendîlê giya komkirinê. Dema ku keça 14 salî li gel diya xwe û bavê xwe giya kom dikirin, keçik di zinarekê de çu xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku li bajarê Qaledizê yê Herêma Federala Kurdistanê keçek 14 salî li gel diya xwe û bavê xwe çubûn quntarên çiyayê Qendîlê giya komkirinê, di dema giya komkirinê de keçik ji zinarekê kete xwarê û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Zinarê ku keçik jê ketî ewqas bilind bû, ji Qaledizê komek hêzên polîsan çone li cenazeyê keçikê geriyane û dîtine anîne bajarê Qaledizê li wê sipartine axê. Hat zanîn ku îsal ji bo komkirina giya ev bûyera yekê ye çêdibe, lê di salên derbasbûyî de bûyerên weke vê hatine jiyan kirin.
(zt)
