HDP-HDK: Emê temaşeyî qirkina jinan nekin!
14:29
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – HDK – HDP’ê bal kişand ser li Tirkiyê di 3,5 mehên despêka sala 2014’an de qetilkirina 54 jinan û got: “Êdî bese! Emê êdî temaşeyî qetilkirina jinan nekin.”
Girêdayî qirkirinên jinan Meclisa Jinên HDK – HDP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku li Tirkiyê di 3,5 mehên despêka sala 2014’an de 54 jin hatine qetilkirin û wiha gotin: “Piştî 7’ê nîsana sala 2014’an navê 7 jinên dinê hatin zêdekirin. Name Yildirim a 33 salî li Balikesîrê jiyan dikir di 7’ê nîsanê de ji aliyê hevserê xwe Hasan Erkan Yildirim ve hat qetilkirin. Rojek paşê li Eregli ya Zonguldagê Durukan Akcan bi çeka nêçîrê li xwediya xwe û hevsera xwe reşand. Rojek paşê li Bursayê Dogan F. Emîne Ebren ya kul i buroyek ya parêzeran sekreterî dikir qetilkir û paşê jî xwe kuşt. Di roja pêşem û îniya derbasbûyî de jî qetilkirina jinan bilind bû û 2 jinên dinê jî hatin qetilkirin.”
Di 11 rojan de 11 jin hatin qetilkirin
Jinan dan zanîn ku tenê di 11 rojên despêka nîsanê de 11 jin bi şîdeta mêrên malbata xwe û herî nêzî xwe ve hatine qetilkirin û wiha domandin: “Gelek jin jî ji ber şideta dîtine giran birîndar bûne. Di roja 2’ê nîsanê de jina 45 salî E. K ji aliyê hevserê xwe ve ji serê xwe hat birîndar kirin û li kêleka rê hat hiştin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê ev 12 rojin tekoşîna jiyanê dide. Di 4’ê Nîsanê de jî li Tuzla yê hevserê jina bi navê G. G din ava kolanê de banzîn bi ser wê de kir û agir berdayê, ew jî niha di beşa acîlê ya nexweşxanê de tekoşîna jiyanê dide. Di 9’ê nîsanê de jî li Îzmîrê jina bi navê A. A dema ku xwest ji hevserê xwe cuda bibe ji aliyê hevserê wê ve pozê wê hat şikandin.”
‘Hîkumet seyîra qetluaman dike’
Jinan destnîşan kirin ku ji sedî 1400 qirkirinên jinan zêdebûne û her roj nêzî 5 jinan tên qetilkirin û wiha berdewam kirin: “Ji kîjan kesîmên civakê rojê 5 kes bên qetilkirin dê navê wê danin ‘qetluam û qirkirin’. Lê jin pênc, deh tên qetilkirin, dibin mehkumê jiyanek bit irs û bi îskence, polîtîkaya dewletê vê yekê teşfîk dikin û bi gotinek herî hêsan seyîr dikin.”
‘Êdî bese!’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êdî bese! Emê êdî temaşeyî qetilkirina jinan nekin. Em jin saziyên rastî û yên gelemperî dixwazin. Em wezîrek jin ya kul i ser van qirikirinan û şidetên li ser jinan raweste dixwazin. Divê ji bo parastina jinan navendên sitargihan, piştevanî û şewirmnendiyê bên avakirin. Ev navendane jî ji aliyê rêxistinên jinan ve bên parastin.”
(zt)

