Muharrem Erbey: Li ku berxwedan heye li wê zilim heye

15:42

JINHA


AMED – Îro jî ÎHD û xizmên windayan di hefteya 271’an de bi duruşma “Bila winda bên dîtin û faîl bên darezandin” dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de hat gotin ku: “Piştî derxistina pirtûka vegotina têkiliyên hîzbulah û JÎTEM’ê, Nivîskar û Rojnameger Yaşar Parlak yê 33’ê salan rojnamegerî kirî hat qetilkirin. Parêzvana Mafê Mirovan Muharrem Erbey got: “Li kîjan aliyê cîhanê berxwedan heye li wê zilm heye. Li cihên ku berxwedan nebin zilim nîne. Emê van kirinan ji bîr nekin. Emê vê tekoşînê berdewam bikin.”


Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li gel xizmên wendayan îro jî di hefteya 271’an de bi duruşma “Bila wenda bên dîtin û faîl bên darezandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyoluyê dest bi çalakiya xwe ya runişinê kirin. Di çalakiyê de panqarta mezin ya kul i ser bi wêneyê wendaya û nîvîsa “Ew di demek yê şevê yê bê wext de ji mal girtin birin û carekedinê venegeriyan” cîh digire hat vekirin. Di çalakiyê de Cîgirê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê yê berê Muharrem Erbey yê ku di 24’ê çileya sala 2011’an de bi operesonê bi navê KCK’ê de hatibu girtin û di rojên derbasbûyî de derketî, rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê, rêxistinên civaka sivîl û gelek xizmên wendayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bilici axaftinek kir û got: “Em mirovên ku ji tekoşîna mavê mirovan bawer dikin, li kîjan aliyê cîhanê dibe bila bibe em herdem li hemberî binpêkirinên mafê mirovan rawestane, dirawestin û wan kirinan şermezar dikin. Em yên ku li hemberî van kirinan bêdeng dimînin şermezar dikin.”


Muharrem Erbey: Vê sitiranê nû despê kiriye    


Parêzvanê Mafê Mirovan Muharrem Erbey piştî 5 salên girtîgihê cardin vegeriya cihê çalakiyê û di despêka axaftina xwe de her kes silav kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Li kîjan aliyê cîhanê berxwedan hey eli wê zilm heye. Li cihên ku berxwedan nebin zilim nîne. Bi sedan endmên ÎHD’ê hatine qetilkirin û hatine girtin. Emê van kirinan ji bîr nekin. Emê vê tekoşînê berdewam bikin. Emê ji niha û pêdejî bi zarokên xwe re vê tekoşînê bidomînin. Emê ji bo girtiyên nexweş berxwedana xwe berdewam bikin. Vê sitiranê nû despêkiriye û dê berdewam bike.”


 Dema ku pirtûka Hîzbulah û JÎTEM vegot hema piştî wê hat qetilkirin


Piştî axaftinan çîroka qetilkirina Nivîskar û Rojnamevan Yaşar Parlak yê di sala 2004’an de li navçeya Farqînê ya Amedê hatî qetilkirin ji aliyê lawê Yaşar Ferhat Parlak ve hat gotin. Ferhat diyar kir ku bavê wî 33 salan rojnamegerî kiriye û wiha domand: “Bavê min pirtûka bi navê ‘Bararê Bajaran Farqîn’ ya ku têkiliyên Hîzbûlah û JÎTEM’ê vedigot derxist. Piştî derxistina pirtûkê 3 mehan di 18’ê Tebaxa 2004’an de dema ku bavê min li mizgefta Selhadînê Eyubi ya li navçeya Farqînê ya Amedê runiştibû bi guleyek ya çeka bê deng hat qetilkirin. Li cihê ku li bevê min xistine 200 metre ji muduriyeta polîsan durbû, lê polîs piştî nîv saetê hatin cihê bûyerê. Ji xwe dereng hetina polîsan ya cihê bûyerê her tişt radixist ber çavan.”


Piştî çîrokê hemû xizmên windayan 5 deqeyan ji bo hemû wendayan bi çalakiya runiştinê dawî li çalakiya xwe anîn.


 (zt)