‘Têkoşîna jinan dê sîstema baviksalariyê biguhare’

15:54

JINHA


TILTEMIR – Rêxistina Jinan a Partiya Yektiya Demokratîk (PYD) li bajaroka Tiltemir semînerek bi navê “Bi jinên azad ber bi netewa demokratîk ve” organîze kirin. Di semînerê de Hevseroka PYD’ê Asye Ebdullah axivî û diyar kir ku têkoşîna wan di nava saziyên civaka demokratîk de dê zihniyeta civaka desthilatdar biguhare.


Di çarçoveya piştgiriya hemleya Yekîtiya Jinên Azad a bi durişma “Bi jinên azad ber bi netewa demokratîk ve” û bi armanca nirxandina rewşa jinan û pirsgirêkên rastî wan tên, Rêxistina Jinan a Partiya Yektiya Demokratîk (PYD) li bajaroka Tiltemir bi beşdariya dehan endamên jin ên hemû pêkhateyên bajarok semînerek bi navê “Bi jinên azad ber bi netewa demokratîk ve” organîze kir. Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir. piştre Hevseroka PYD’ê Asye Ebdullah derbarê rola jinan di pêşxistina civakê û guhartina sîstema baviksalariyê û avakirina civakeke demokratîk de axivî.


Asye Ebdullah di axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwîste jin xwe di hemû aliyên civakê de birêxisitin bike û wiha anî ziman: “Hêza jinan û têkoşîna wan di guhartina sîstema baviksalariyê de bi rêxstinkirina wan di nava saziyên civaka demokratîk de girêdayî ye. ji bo parastinê pêwîste jin yekîneyên taybet bi xwe ava bikin. Divê jin rola xwe di hemû aliyên civakê rabin û mafê xwe yê destûra bingehîn di Sûriyeke demokratîk de bistînin.”


Asye Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi rola xwe di hemû aliyên civakê de rabin û têkoşîna xwe bidomînin û ji bo Rojhilata Navîn bibin mînaka jinên azad.


Semîner bi bersivdayîna Asye Ebdullah ji pirsên beşdaran re bi dawî bû.