Dê dubare ' Panoya Çapemeniya Jinên Azad ' derkeve jiyanê

08:59

Mizgin Tabu / JINHA


WAN – Di sala 2011’an de li Kolana Hunerê ji aliyê VAKASUM’ê ve “Panoya Çapemeniya Jinên Azad” dest bi xebatên xwe kir û di sala yekem de rastî tehrîban hat. Girêdayî tahrîbatên bi ser “Panoya Çapemeniya Jinên Azad” de hatî Koordinatora Navenda Jiyana Jinan ya Rojîn Bêrîvan Kiliçaslan diyar kir ku di demak herî kin de dê ji bo carekedinê pano rastî tehrîbatan neyê bigirin bin ewlehiyê û xebatên xwe berdewam bikın.


Ji aliyê Navenda Lêkolîn û Sepîna Jinan ya Wanê (VAKASUM) ve di 8’ê Adara sala 2011’an de “Panoya Çapemeniye Jinên  Azad”  dest bi xebatên xwe kiribû. Di sala hatî avakirin de rastî tehrîbatên mezin hatibû. Piştî wan tehrîbatan pano hat girtin. Ev yek mînakek berçav ya tu sînorên şideta li ser jinan nîne û hişmandiya ku tehmulî tu tiştên girêdayî jinan nake hîna jiyan dike…


Dê dubare ‘Panoya Çapemeniya Jinên Azad’ bi gel re bê bahev


Girêdayî tahrîbatên bi ser “Panoya Çapemeniya  Jinên  Azad” de hatî Koordinatora Navenda Jiyana Jinan ya Rojîn Bêrîvan Kiliçaslan axivî. Bêrîvan da zanîn ku dê dubare li Kolana Hunerê  “Panoya Çapemeniya Jinên Rojnamegerên Azad” dest bi xebatên xwe bike. Bêrîvan destnîşan kir ku dê di panoyê de ne tenê nûçeyê li ser şideta jinan her wiha êdî dê li ser serkeftinên jinan jî nûçe bên dîtin. Bêrîvan derbirî ku dê weke Navenda Jiyana Jinan ya Rojîn hişmendiya mêran bidin guherîn û wiha got: “Ne tenê şidet em dixwazin herêmên şanaziya jinan jî  bi alîkariya “Panoya Çapemeniya Jinên   Azad” bi gelê xwe re parvebikin.”


Ji bo panoyê dê camên neşikên bi karbînin


Bêrîvan anî ziman ku ji bo temenê panoyê dirêj bikin dê hemû derfetên xwe bixebitînin û wiha domand: “Emê ji bo panoyê camên neşikên bixebirînin. Emê panoyê wiha çêkin ku carekedinê rastî  tehrîbatan neyê. Emê din ava demeke kin de vê xebata xwe biqedînin. Emê dubare panoyê bi gel re bînin gelhev.”


‘Emê her meh serkeftinên jinan bidin’


Bêrîvan diyar kir ku jin hem ji bo serkeftinên wan di panoyê de bên dîtin û hem jî ji bo alîkariya derunî û hiquqî dikarin serî li Navenda Jiyana Jinan ya Rojîn bidin û wiha berdewam kir: “Jin serkeftinên xwe yên atolyeyan dikarin bînin li panoyê her meh hilawisin. Ev jî alternatîfek nûye ji bo jinên herênê.”


  (zt)