‘Emê têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leylayê bilind bikin’

15:56

 


JINHA


ENQERE – Meclisa Jinan BDP’ê têkildarî qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ên li paytextê Parîsê ya Fransayê pêk hat daxuyaniyekî nivîskî da. Jinan diyar kir ku dê têkoşîna van bilind bikin.


Kesên nasnameya wan nediyar ketin hundurê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gare du Nord a li Parîsê û êrîş pêk anîn. Di encama êrîşê de siyasetmedara kurd û Sazumankara PKK'ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez jiyana xwe ji dest dan. Meclisa Jinan a BDP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina siyasetmedarên kurd ên jin şermezar kir.


Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: “Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez leşkerên Tevgera Azadiya Kurd û leşkerên Têkoşîna Azadiya Jinan bûn. Zîhniyeta ku dibêje ‘Ligel muzakereyan dê têkoşîna li hemberî terorê bidome’ jinên ku pêşengetiya aştiyê dike qetil dike. Dixwazin bi hewldanên kontra gelê kurd û jinan bitirsinin. Suîkasta li hemberî


Sakîne, Fîdan û Leylayê ne tenê li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurd, li hemberî hewldanên aştiyê pêk hat. Li hemberî pêşeroja welat suîkast pêk hatiye. Divê ev zîhniyeta êrîşkar bizane ne dikarin rêya aştiyê bixitimînin û ne jî dikarin Tevgera Azadiya Kurd ji holê rakin.”


Di daxuyaniya Meclisa Jinan a BDP’ê de hat destnîşan kirin ku divê Fransa demildest bûyer zelal bike. Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku jin jî dê li hemberî qetilkirinê bêdeng nabin û li her derê bikin qada çalakiyan. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em li hemberî têkoşîna Sakîne Cansiz bejna xwe ditevînin û dibêjin, em soz didin ku êmê têkoşînê bilind bikin.”


(la)