Li Edeneyê ziyaretkirina malbatên girtiyan ya şaşwaz!

09:10

Ozlem Akın-Tekoşin Tekin/JINHA


EDENE – Malbatnê girtiyan yê Edeney diyar kirin ku polîs dibin navê “projeya walîtiyê” de malên wan ziyaret kirine û gotine: “Em ji bo alîkariya malbatên zarokên wan di girtîgihan de hatine. Lawê xwe ji nava siyasiyan derxin nava edliyan. Çî îhtiyacên we hebin emê bînin cîh.” Malbatan dan zanîn ku armanca wan pêşxistina polîtîkaya ajankirinêye û wiha gotin: “Emê neyên lîstokên wan, ji ber tekoşînek ya me ya biromet heye. Emê tucarî ji xeta xwe şaş nebin.


Polîsên Şobeya Terorle Mucadele yên Muduryeta Edeneyê malbatên girtiyên siyasî ziyaret kirin û di ziyaretê de wiha gotin: “Em di çarçoveya projeya walitiyê de hatine we ziyaret bikin û pêdiviyên we binin cîh.” Zulkuf Tezkorkmaz yê k u di sala 2012’an de di oparasona bi navê KCK’ê de hatî girtin û ji ber kêmbûna delîlan salek paşê serbest hatî berdan jî got: “Bi giştî hefteyekê polîsan j imin malbata min dipirsîn. Paşê em di rê de rastî hev hatin û ji bom in gotin ‘em dixwazin bi were hevdîtin bikin’. Ez jî gelek şaşwaz bûm ji berk u heman polîsbû berî niha ez girtîmbin çavan. Wan dibin çavan de tundiya derunî  û şîdeta fîzîkî l imin kirin.” Zulkuf anî ziman ku polîsan pirsî “Tu dê ji niha û pêde çî bikê?” ji wî  pirsîne û wiha got: “Min jî li ser pisa wan got heger hun ji bo fikir amin bizanin hatine, despêkê hun bêjin ji bo çî hun hatine li vêderê. Polîsan jî bi gotinên weke ‘Em li ser porjeya walitiyê hetine we ziyaret bikin’ bersiva min dan.”


‘Bi tu awayî baweriya me bi wan nîne’     


Zulkuf da zanîn ku wî helwesta polîsên berê wî  îskence kirî û niha jî samîmî nêz dibin samîmî nedît û wiha domand: “Îro tên ji bom in dibêjin ‘ev projeya walitiyêye’ qet jî ji bom in samîmî nayê. Dixwazin din ava civakê de tundiya derunî li ser kesan bidin çêkirin. Weke ku ji bom in bi nêrîna me tu 15 sal berê girtê îskence kirê û niha jî em li ber çavên tene nêzdibin. Dixwazin bêjin em li vêderên.” Zulkuf bilêv kir ku ev polîtîkayek ya AKP’ê ye û wiha berdewam kir: “Bi tu awayî baweriya me bi wan nîne. Dixwazin li ser kesên ku nû ji girtîgihan derdikevin polîtîkayek nû bidin meşandin. Heta niha ji bo gel tu projeyên waliyê Edeneyê û muduryeta polîsan ya wê yên baş çênebûne. Ev polîtîkaya birêvedibin emê tucarî ne pejirînin. Ew polîsên tên hevdîtinê li gel min dikin, di heman demê de heman kesin yên ku lawê min girtine û avêtine girtîgihêne. Bi îdiayên şaş û nerast wan kesan lawê min girtine û avêtine girtîgihê.”


‘Li ser me îtirafçîbûnê ferz dikin’


Malbatek dinê ya girtiyan ya ku polîsan girêdayî projeya walîtiyê li gel wan hevdîktin kirîn jî malbata girtiyê bi navê Ramazan Çinar yê ku niha li Tîpa E ya Girtîgiha Afyonê dimîne ye. Li gel bavê Ramazan Omer Çinar hevdîtin kirine. Omer diyar kir ku 4 polîs bi hev re hatine mala wan û got: “J imin re gotin ‘em dixwazin bên mala we çaya we vexwin.’ Min jî got werin. Despêkê em gelek şaşwazbûn. Dema hatin hema ji bo çî hatine, min pirsî. Wan jî bi gotinên weke ‘Em ji bo alîkariya malbatên zarokên wan di girtîgihan de hatine. Kurê xwe ji nava siyasiyan derxin nava edliyan. Çî îhtiyacên we hebin emê bînin cîh’ bersiv dan. 2 roj paşê cardin hatin û bi gotinên weke ‘lawê xwe ji nava siyasiyan bigirin nava ediliyan. Heger hun wiha bikin emê ji bo we bibin alîkar.’ Bi kinasî îtirafcîbûnê li ser me ferz dikin. Ew dixwazin em bi gotinên wan bikin û gotinên xwe li ser me di sepînin.  Lê emê neyên lîstokên wan, ji ber tekoşînek ya me ya biromet heye. Emê tucarî ji xeta xwe şaş nebin.”


TUHA-DER: Emê di aliyê hiquqî de tişta pêwîst bikin


Serokê Şaxa Komeleya Malbatên Girtî û Hukumxwariyan yê Edeneyê (TUHA – DER) Mehmed Akar anî ziman ku girêdayî mijarê gilî tên ber destê wan û wiha domand: “Di derbarê vê projeyê de tu agahiyên me nîne. Ev hevdîtinên ji aliyê polîsan ve tên kirin em guncaw nabînin. Li gorî agahiyên ku ji malbatan tên ev proje ji aliyê walitiyê ve hatiye despêkirin. Armenca wan ya bingehîn li ser malbatan tundî kirin û polîtîkaya sîxuriyê li ser wan dana ferzkirine. Bi gotinên weke ‘zarokên xwe ji nava siyasiyan derxin nava edliyan’ polîs zorê li wan dikin. Ne em û ne jî tu endamên me emê neyên van lîstokan û nebin parçeyek ji vê polîtîkaya qirêj. Li gel bi dehan caran ev polîtîka li ser endamên me ferz kirine jî me li ber xwe daye, emê di vî aliyî de tekoşîna xwe berdewam bikin û tişta pêwîst di derbarê van kirinan de emê serî li rêbazên hiquqî bidin.”  


(zt)