Li malbatên PKK yiyên jiyana xwe ji dest dane tazmînat tên vekirin

11:39

Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Di derbarê malbatên gerillayên PKK’ê Fîlîz Tabu, Alî Aksu û Tuncay Daşdemir  yên ku di sala 2010’an de li Çoltara çiyayê Sêrtê di encama şerekê de jiyana xwe ji desdane  li malbatên wan doza tazmînatê vekirine.  Her yek ji malbatên wan 60 hezar TL tazmînat li wan hatiye birîn. Ev ne tenê ji bo her sêyan ji bo hemû  gerillayên PKK’ê yên ku di şeran de jiyana xwe ji dest didin paşê li malbatên wan tazmînatê vedikin. Girêdayî mijarê dayîka Fîlîz Tabu (Slav Amed) Fehîme Tabu  got: “ ku li ber çavê keça min gundê wê şewitandin, mala wê talan kirin. Ma me ew şand çiya, dewletê ew şand. Ji ber bû şahidê qetluamên dewletê derket çiya. Dewleta ku zaroka min qetilkirî çawa l imin dozê vedike.”


Di dencama şerek yê bi fermana eminiyetê di 15’ê Tebaxa sala 2010’an de li Çoltara çiyayê navçeya Dihê ya Sêrtê hatî li darxistin, di encamê de 3 gerillayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Di derbarê malbatên her 3 gerillayên bi navê Fîlîz Tabu (Silav Amed)  Alî Aksu (Serdem) û Tuncay Daşdemir (Kendal) de doza tazmînatê hatiye vekirin û her yek ji malbatên wan 60 hezar TL tazmînat li wan hatiye birîn. Ev ne tenê ji bo her sêyan ji bo hemû  gerillayên PKK’ê yên k udi şeran de jiyana xwe ji dest didin paşê li malbatên wan tazmînatê vedikin. Di dema şer de hemû mesrefa tê kirin û muçeyê leşkerên hêzên taybet yên di wan şeran de dimirin hemû bi awayê tazmînat hewil didin ji malbatên gêrilayan bigirin. Malbatên PKK yiyan bertek nîşanî bûyerê dan û li hemberî biryarek wiha şaşwaz man. Dayîka Fîlîz Tabu ya kul i navçeya Dihê ya Sêrtê di encama şerekê de jiyan xwe ji dest dayî Fehîme Tabu diyar kir kul i yek yek ferdên malbatê doz vekirine û wiha got: “Din ava malbata me de li her kesê doz vekirine. Em 7 endamên malbatêne. Keça min Rojîn 8 saliye. Dema ku Şehîd Silav ji malê derketî hîna Rojînê çavên xwe li cîhanê nevekirîbû. Piştî derketina Silav salekê nû Rojîn hatiye cîhanê heta li wê jî doz vekirine.”


‘Emê jî ji bo kuştina keça xwe dozê li dewletê vekin’  


Fehîme da zanîn kul i herêmê bi salane tundî û bişaftinê ji derveyî “çekhilgirtinê” tu çareyek dinê ji bo ciwanên kurdan nehêlane. Fehîme bibîrxist k udi encama operasonekê de keça wê jiyana xwe ji destdaye û bertekên xwe wiha anî ziman”Dewleta ku keça min qetilkirî niha jî j ime pere dixwaze.” Fehîme destnîşan kir ku Fîlîz bi çeka leşkeran jiyana xwe ji dest daye. Fehîme bilêv kir ku divê ew jî dozê li dewletê vekin û wiha domand: “Niha em li kê dozê vekin?  Dewleta ku zarokên me qetildike û paşê jî l ime dozê vedike, ev ne dadmendiye. Em zarokên xwe ji kê bixwazin?”


‘Dewletê Silav şand çiya’


Fehîme diyar kir ku berê ew li navçeya Lîcê ya Amedêbûn. Di 22’ê Cotmeha sala 1993’an de 16 kes li Lîcê qetilkirin û agir berdan gelek malan û cihên kar, bi hezaran welatî neçarî koçberiyê bûn. Fehîme da zanîn ku keça wê Fîlîz wêdemê ji van bûyeran hemûyan re şahidî kiriye. Fehîme destnîşan kir k udi wê pêvajoyê de leşkeran zext û zorek mezin li ser sivîlan dida meşandin û malbata wan jî yek ji wan malbatên wê demê ji ber zordariya heyî neçarî koçberiyê bûye û wiha berdewam kir: “Em ji mal bû gundê me derxistin. Li ber çavê keça min gundê wê şewitandin, mala wê talan kirin. Zarok, kal, pîr, tev mirov li ber çavê wê di hatin qetilkirin. Di her operasonê de hinek mirov qetildikirin. Hestiyê serê mirovan dişikandin û mejiyê wan di rijandin. Li ber çavê wê bavê wê birin oxurê û perasiyê wî şikandin. Ma me ew şand çiya, dewletê ew şand. Ji ber bû şahidê qetluamên dewletê derket çiya.”


‘Dewlet pere li polîsan mesref kiriye ji bom in çiye’


Fehîme derbirî ku li şona ew hesabê zarokên xwe bixwazin, dewlet li ser êşa ku wan jiyan kirî re jî ji wan hesab dixwazin û dozê li wan vedike û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dewletê pere li polîsên xwe xerckiriye ji bom in çiye? Ma keça min wan xistiye vê rewşê? Bi sedan sale hikumeta tirkan vê bi serê gelê kurd tînin. Ji bo mirinê polîs diçin li wê. Ji bo keyîfa xwe neçin, ev yek her kes dizanin.” Fehîme bang li hemû malbatên mîna xwe hem zarokên wan çune û hem jî li ser wê doz li wan hatiye vekirin kir ku xwe bidin hev li hemberî van bê mafiyan bêdeng nemînin û wiha got: “Wan çawa doz l ime vekirine, em jî li wan dozê vekin. Yên kul i me doz vekirine bila biçin li Tansu Çîller dozê vekin. Dema ku mal dişewitandin, gund wêran dikirin û mirov qetildikirin wê demê keça min 8 salîbû. Lê weke 18 saliyan bi berpirsyarî tevdigeriya û ji wan kirinan hêrs dibû. Ji ber keça min zilm û êş dît û vê yekê ew mezin kir û weke mezinan nîşan dida. Em ji gundê me derxistin û ber bi metrepolan ve avêtin. Em li Giresun û Çankiri yê mehtacî atolyeyên tekstîlê bûn. Li gel van hemûyan jî hîna ew dixwazin l ime bixin.”


‘Dibêjin emê mirinê bidin rawestandin, leşker û polîsan bidin rawestandin’


Fehîme destnîşan kir ku bila êdî ji bo rawestandina şer ji aliyê dewletê ve gav bin avêtin. Fehîme derbirî ku bila êdî leşker û polîs zulmê li gelê herêmê nekin û di dawiyê de got: “Bila pêşiya leşker û polîsan bigirin û êdî neçin zarokên me ne kujin. Bila ne bikujin û  ne jî bên kuştin. Dema ku diçin şer ji xwe mirin û kuştinê didin berçavê xwe. Bila hikumet êdî desturê nede vêyekê.”


 (zt)