Jina ciwan ya ku cerdevanan revandî li hemberî bê eleqebûnê raperîndike
12:28
Gulşen Koçuk / JINHA
AMED – Nurcan Gulsever ya ku di 9’ê Cotmiha sala 2013’an de ji aliyê cerdevanan ve hatî revandin, xwe ji destê cerdevanan xilas kirî, cara duyemîn jî dema ku cerdevanan xwestin wê birevînin vê carê bûyer bi xwîn bidawîbû. Nurcan diyar kir ku piştî cara yekem hatiyî revandin girêdayî mijarê wê serî lig elek cihên fermî daye lê tu bersiv negirtiye û li hemberî vê bê eleqebûnê raperîn dike.
Jinek ciwan ya bi navê Nurcan Gulsever ya 24 salî ku li taxa Şentepe ya Bismîlê ya Amedê dimîne di 9’ê Cotmiha sala 2013’an de ji aliyê cerdevanê bi navê Mehmed Nasir Kaplan ve hatîbû revandin. Nurcan wê demê xwe ji destê cerdevanan xilas kirîbû. Cara duyemîn jî di şeva 17’ê nîsanê de saet 03.00’an de heman cerdevanan xwestin Nurcan birevînin. Dema ku 5 cerdevanan xwestin Nurcan birevînin, bi dengê Nurcan bavê wê Faîk Gulsever ji xwê şiyarbû û helwesta cerdevanan ya revandinê asteng kir. Cerdevan ketin hindirê malê Nurcan ji xwe birin ji bo hilgirin û bibin. Lê di wê navberê de bavê wê Faîk ji xwê şiyarbû û bi demanceya xwe dema ku xwest revandina keça xwe asteng bike cerdevanan jî bi keleşên xwe li hemû endamên malbatê gulebarandin. Di demeke kin de şer berdewam kir û di wê navberê de Faîk Gulsever û yek jê Nasir Kaplan du cerdevan birîndarbûn. Piştî şerê navbera wan Faîk rakirin beşa acîlê ya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşxaneya Amedê. Her du cerdevan jî li Fakulteya Tibê ya Zanîngiha Dîcleyê tedawî dibînin. Nurcan jî wê şevê ji gelek deverên laşê xwe yên weke ling, pişt, diran û gelek cihên dinê darbe xwar birîndar bû û niha tedawî dibîne. Nurcan girêdayî bûyerê ji rêxistinên jinan û perêzvanên mafê mirovan alîkariyê dixwaze.
Ji saziyên ku daxwaza alîkariyê kirî bersiv negirt
Nurcana ku hîna bandora bûyera ku jiyan kiriyî ji ser xwe ne avêtiye cara duyemîn jî rastî wan kiriyarên dermirovane hat. Nurcan li gorî ku di dema 9’ê Cotmeha sala 2013’an de hatî revandin û paşê jiyana wê di xetereyêde jî bol ê cardin jî nehat girtina bin awlehiyê. Hemû serlêdanên fermiyên Nurcan bê encam man û Nurcan li hemberî vê rewşê sserhildanê dike. Li gorî ku cara duyem jî rastî êrîşê hatî lê ji derdor qet qarastin nedîtiye. Nurcan bûyerên ji dema 9’ê Cotmeha 2013’an heta niha jiyan kirî parvekir û wiha got: “Heta niha min rewşa xwe ji qeymeqam, muduriyeta polîsan, Mehdî Eker û gelek dinê re gotiye. Min xwest kum in bigirin bin ewlehiyê. Lê ji tuyan jî bersiv nehat. Li gotî ku çend roj berî niha min bûyerek wiha giran jiyan kir jî lê li gel mala me peyîwirdarek yê parastinê jî nîne.”
Lêpirsîna dibin tirsê de!
Nurcan diyar kir ku dema cara yekê hatî revandin, paşê li ser bûyerê dibin tundiyê de bi tirs îfade daye û ji tirsan nekariye xwe biparêze. Nurcan da zanîn ku ew li benda alîkariya parêzvanên mafê mirovane û li bendê ye ku ew kesên van kirinan dikin bên darezandin.
(zt)

