Li Qamişlo navenek din jî ya zarokan hat vekirin

12:38

JINHA


QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser navenda 3’yemîn a zarokan hate vekirin.


Navend bi înîsiyatîfa Yekîtiya Star li taxa Hilêliyê bi beşdariya endamên navenda zarokan a “Şehîd Aye Haco ya Zarokan” a taxa Enteriyê, endamên Rêxistina Yekîtiya Star, Saziya Zimanê Kurdî,  Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên meclîsên gel ên tax û gundên Qamişlo hate vekirin. Ji bo bîranîna zarokên bûne qurbaniyên şer, navên zarokên bi navê Nalîn û Hêlîn ku di êrîşên çeteyan ên Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn, li navendê hatin kirin.


Di merasîma vekirinê de endama Yekîtiya Star Gulê Ehmed Îbrahîm axivî û got ku armanc ji vekirina navenda zarokan ew e ku zarokan li ser bingeha çand û zimanê xwe bêne perwerdekirin.


Piştrî axaftinê komên muzikê yên Şehîd Reyhan, Şehîd Nûredîn û Şehîd Ezîz gurzek ji stranên gelekî pêşkêş kirin. Koma Şehîd Şervan jî şanoyek derbarê windabûna zarokekî di navbera bav û dayîka xwe de pêşkêş kir. Merasîm bi vekirina deriyê Navendê ji aliyên malbatên şehîdan ve û bi govendê bidawî bû.


Navenda Zarokan a “Nalîn û Hêlîn” wê hefteyê 5 rojan ji bo zarokên ku temenê wan di navbera 6 û 11 saliyê de ye vekirî be. Li navendê wê perwerdeyên çêkirina wêneyan, mûzîk, ziman, stran û govendê bêne dayîn, her wiha dê çîrok jî ji zarokan re bêne xwendin. Rojên înê û şemiyê navend wê girtî be.


Li Qamişlo di 2’yê tîrmeha 2013’yan de li taxa Enteriyê yekem navenda zarokan bi navê “Şehîd Aye Haco” hatibû vekirin û di 13’yê cotmeha 2013’yan de jî li taxa Kornîş navendeke din hatibû vekirin.