Ji bo kampanyeya 'Dest nedin bedena mina zarok' banga tevlîbûnê

13:21

JINHA


STENBOL – Li ser mediyaya civakî bi boneya ji îstismara zarokan re bêjin ‘raweste’ dest bi kampanyeya “Dest nedin bedena mina zarok” hat kirin. Di çarçoveya kampanyeyê de bang li herkesê hat kirin ku di saet19.00’an de li Ortakoyê bigihin hev.


 Bi wesîleya 23’ê yê nîsanê roja cejna zarokan li ser mediyaya civakî dest bi kampanyeya “Dest nedin bedena mina zarok” hat kirin. Li Tirkiyê û tevahiya cîhanê her roja ku derbas dibe şideta li ser zarokan jî zêdedibe. Ji bo balkişandina li ser vê rewşa zarokan pêdivî bi kampanyayek wiha hatiye dîtin û ji bo ji van kirinan re her kes bêjin ‘raweste’ dest bi kampanyayê hatkirin. Bi duruşma “Di 23’ê yê nîsanê de em li hemberî îstismara zarokan bibin yek” bang li her kesê hat kirin k udi 23’ê nîsanê saet 19.00’an de li Ortakoyê bicivin.


(zt)