Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo Rojava dest bi grevê dikin
13:29
JINHA
AMED - Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên di girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê de, bi armanca şermezarkirina xendekên li ser sînorê Rojava-Bakûr û Rojava-Başûr tên çêkirin û hişyarîkirina PDK û AKP’ê di21 û 22'yê nîsanê de dikevin greva birçîbûnê.
Li hemberî êrîşên li ser şoreşa Rojava û kolandina xwendekên ku ji aliyê rêveberiya Başûr û Tirkiyê ve li ser sînorên Rojava tên çêkirin, nerazîbûnek jî, ji girtiyên doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê hat. Nêzî 10 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê wê di 21 û 22’yê nîsanê de ji bo 2 rojan bikevin greva birçîbûnê.
Li ser navê girtiyan Denîz Kaya di 18’ê Nîsanê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku bi armanca protestokirina xendekên ji aliyê PDK'ê ve di navbera Başûr-Rojavayê Kurdistanê de tê kolandin, hemû girtî wê di 21-22'ê Nîsanê de bi armanca hişyarkirinê 2 rojan bikevin greva birçîbûnê.
Kaya di daxuyaniya xwe de got, "Em vê helwesta dijminane ya AKP û PDK'ê ya li dijî Rojava protesto dikin. Em bang li rêveberiya PDK'ê dikin ku ji van polîtîkayên xwe yên şermê vegere û li gorî hiqûqa biratiya bi Rojava re tevbigere."
