Zarokên Navenda RODÎ dar çandin
14:31
JINHA
AMED - Xwendekarên Navenda Zarok û Ciwanan li hemberî tehrîbatên xwezayiyên kul i herêmê tên ji yan kirin ji bo bêjin ‘raweste’ dest bi çandina daran kirin.
Xwendevanên Navenda Zarok û Ciwanan ya RODÎ k udibin Şaxa Zarokan ya Muduriyeta Dawîreya Serokatiya Xizmetên Civaki ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê de xebatên xwe dimeşînin de dar çandin. Ji bo zarok neçar nemînin k udi nava kolanan de bixebitin ji aliyê Navenda Zarok û Ciwanan ya RODÎ ve li ser riya Fakulteya Amedê daristana bajêr ya ku ayîdê muduriyeta karê daristanan ya bajêre ve dest bi çandina daran hat kirin. 56 zarok tevlî çalakiyê bûn.
‘Qirêjiya xwezayê psiko-sosyal ê felc dike’
Di derbarê çalakiyê de Pisporê Xizmetên Civakî û Xebatkarê Navenda Zarok û Ciwanan ya RODÎ Îdrîs Gurmez agahî da. Îdrîs diyar kir ku di nava bajarên mezin de zarok tên hebis kirin û ji xwezayê tên durxistin û got: “Qerebalixa bajaran û qirêjiya wan ji bo zarokan heta heger gotin li cîh be dikare bêje ji bo zarokan di wateya psîko – sosyal de di rewşa felcbûnêdeye.” Îdrîs da zanîn ku yek ji armancên sereke yên RODÎ zarok ji rewşa betonbûnê derxistina nava navendên xwezayiye û wiha got: “Bi vê bûneyê di gava despêkê de me bi zarokan re dest bi çandina daran kir.”
Bi zarokan re hişmendiya ekolojîk
Îdrîs destnîşan kir ku xweza dibin tehrîbek mezindeye, li hemberî vê ji bo heskirina zarokan ya li hemberî xwezayê bê çêkirin û avakirina hişmendiya ekolojîk ew çandina daran weke çalakiyekî giring dibînin. Îdrîs derbirî ku ew di wê baweriyêdenin dê bi çalakî û organîzeyên bi vî awayî bikarin li pêşiya tehrîbatên xwezayiyên li herêmê tên kirin bibin asteng. Îdrîs balkişand li ser xebitîna zarokan û wiha domand: “Yekem xebata me ya piratîkî bi çandina daran despêkir. Bi van çalakiyan em hedef dikin ku bi zarokan re heskirina xwezayê pêşbixin.”
(zt)

