Jinekedinê jî ji neçarî serî li riya întiharê da

14:43

JINHA


KAYSERİ – Hulye Sînîn ya 38 salî û dayîka 2 zarokan ya li navçeya Devli ya Kayseriyê dimîne bi çeka nêçîrê xwe întihar kir û li Tirkiyê yekîdinê li întiharên jinan hat zêdekirin.


Hulye Sîn ya 38 salî û dayîka 2 zarokan ya li navçeya Devli ya Kayseriyê dimîne, di mala xwe di mirî hat dîtin. Hat zanîn ku xwe bi çeka nêçîrê întihar kiriye. Hat îdiakirin ku Hulya Sîn ya dayîka 2 zarokan “pirsgirêkên wê yên derunî” hebûn, dema kul i malê dîtiye kes nîne çeka nêçîrê girtiye destê xwe berê wê daye sînga xwe û wiha xwe întihar kiriye. Hat zanîn ku cîranan bi bihîstina dengê çekê re gazî polîsan kirine û heta çun dîtine jinik dinava xwînê de miriye.


Girêdayî mijarê lêpirsîn hat despêkirin.


 (zt)