Li Kelarê agir bi malekê ket û dayîkek li gel 2 zarokên xwe şewitîn
15:00
Nîsan
20
/ 2014
JINHA
KELAR - Li taxa şehîdan a navçeya Kelarê îro di saetên serê sibê yên zu de agir bi malekê ket û di encamê de dayîkeke tevî 2 zarokên xwe şewitîn.
Li herêma penaberan ya taxa şehîdan a navçeya Kelarê ya bajarê Silêmaniyê îro di saetên serê sibê yên zu de agir bi malekê ke û dayîkek tevî 2 zarokên xwe di malê de şewitîn. Hat hînbûn ku malbata ku îro agir bi mala wan ketî erebin û her 2 zarok li gel dayîka xwe ji şewatê rozgar nebûn. Hat zanîn ku dayîka bi navê F. B li gel 2 zarokên xwe yên temenê yekê 2 û yê dinê jî 3 salî din ava agir de şewitîn.
(zt)
