Li Amedê pîrozbahiyên Cejna Paskalya hatin despêkirin

15:13

JINHA


AMED - Cejna Paskalya li Dêra Ermenî Surp Giragos a Amedê bi ayînekê hat pîrozkirin. Cejna Paskalya ku cejna olî ya Xiristiyanane, li Dêra Surp Giragos a Ermeniyan li Amedê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya cejnê de ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Almanya, Fransa, Îngilîstan û ji gelek bajarên Tirkiyeyê nêzî 100 kes amade bûn.


Pîrozbahiyên Paskalyayê danê sibê piştî lêdana çanê bi ayîna ji aliyê rehîp hat dayîn ve destpê kir. Papazê Patrîka Ermenî ya Tirkiyeyê Derkevork Çinaryan merasîma ayînê birêve bir û tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş, gelek mêvan amade bûn.


Li beşdarvanan kade û hêg hatin belavkirin


Bi wesîleya Cejna Paskalya Serokê Weqfa Dêra Surp Giragos Vartkes Ergun Ayik bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku ji vebûna dêrê û vir ve ew cara sêyemîn in Cejna Paskalya pîroz dikin. Ayik da zanîn ku Cejna Paskalya ji bo Ermeniyan cejneke girîng a olî ye û got, "Paskalya ji bo me Ermeniyan yek ji du cejnên girîng e. Em îro cejna xwe ya Paskalya pîroz dikin. Piştî salên dûr û dirêj li dû vebûna dêra li Amedê em cara sêyemîn e Paskalyayê pîroz dikin. Em aktîvîteyên xwe yên li vir dewam dikin. Ji ber vê yekê jî em gelekî kêfxweş in. Ji ber ku dibistan vekirîn e îsal ji derveyî welat tevlibûneke zêde çê nebû. Lê belê ji welatên mîna Amerîka, Fransa û Almanya beşdarî çê bû. Em dibînin ku ji Stenbolê gelek kes hatine."


Hat ragihandin ku piştî merasîmê wê goristana Ermeniyan were ziyaretkirin.


(zt)