Kevneşopiya berxwedanê ya rojnamegeriya kurdi ya 116 salan

08:14

Bêrîtan ELYAKUT / JINHA


AMED – 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdiye û ev roj xwediyê kevneşopiyek 116 salane.  Jinên rojnameger 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî nirxandin. Jinan diyar kirin ku dîroka çapemaniya kurdî ji êş, berxwedan û wêrankirinên civaki yên bi sedan salin gelê kurd jiyan kirî re şahidî kiriye.  Di heman demê de çapemeniya kurdî kevneşopiyek ya bi duruşma ‘Ji rastiyan tucarî tawîz nayê dayîn’ berdewam kiriye. 


Ev sed sale ji aliyê dewleta bi deshilatiya mêran bi rêvediçe li ser gelê kurd tundî û zordarî tê meşandin. Ev zordarî û şidet ji dema derketina rojnamegeriya kurdî heta niha li ser rojnamegeriya kurdî jî heman zext û zordariyan berdewam kiriye. Di dema mişextîkirina malbata Bedirxaniyan de li Payîtexta Misirê Qahîreyê di dema sirgunê de yekem rojnameya kurdî “Kurdistan” bi destê malbata Bedirxaniyan hatiye derxistin.  ji aliyê Miqdat Mîdhat Bedirxan ve di 22’ê Nîsana sala 1898’an de li Qahîreyê Rojnameya Kurdistan hat weşandin û ew roj weke Roja Rojnamegeriya Kurdî  hatiye pejirandin. Ev 116 salin bi hemû zor û zehmetiyan jî kevneşopiya rojnamegeriya kurdî û çapemeniya azad, li Tirkiyê jî di ezmunên zor re derbasbûye. Bi tayîbetî jî di salên 1990’î de gelek rojnameger di dema faîlên meçul de hatin wendakirin, gelek hetin girtin û gelek jî hatin sirgunkirin. Di aliyê çapemeniya azad de hîna Tirkiye di refê de maye, gelek rojnamegerên tenê ji ber rojnamegerî kirine  bi bêmafî hatine girtin û hîna jî di girtîgihan denin. Belavkara Firadê Esra Dal diyar kir ku dê kevneşopiya Roja Rojnamegeriya Kurdî bi mîras û tekoşîna hevalên wan ji bo wan hêlayî berdewam bikin. Esra da zanîn ku ew dê bi duruşma “Ji rastiyan tawîz nayê dayîn” kevneşopiya berxwedana rojnamegeriya kurdî berdewam bikin.


‘Çapemeniya kurdî ji êşên gelekê re şahidî kiriye’


Belavkara Firadê Esra Dal girêdayî giringiya 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî wiha axivî: “Dîroka çapemaniya kurdî ji êş, berxwedan û wêrankirinên civaki yên bi sedan salin gelê kurd jiyan kirî re şahidî kiriye.  Di heman demê de çapemeniya kurdî kevneşopiyek ya bi duruşma ‘Ji rastiyan tucarî tawîz nayê dayîn’ berdewam kiriye. “ Esra balkişand li ser zoriyên rojnamegerên herêmê din av de dijîn û wiha berdewam kir: “Rojnameger Agahî rast û nûçeyên rast berhev dikin, lê dewleta deshilat ji agahderkirina mirovan ya ji rastiyan ditirsin û  hişmendî kirina mirovan ji bo xwe xetere dibînin. Ji ber wê her dem rojnamegeran qetildikin, ceza dikin û di avêjin girtîgihan ew dizanin ku dê bi van kirinên xwe çavê rojnamegeran bitirsînin. Bi dayîna bedelan û tekoşînê em hatine roja îro. Emê weke jinên rojnameger li keda hevalên xwe yên şehîdên çapemeniyê û hevalên xwe yên girtî xwedî derkevin û mîrasa wan ji bom e hêlayî berewpêş bibin.“


 


‘Jin ji xebatan tawîz nadin’


Xebatkara Mala Pirtûkan ya Aramê Rabîa Karayil jî balkişand li ser zoriyên ku rojnamegerên herêmê kişandine û hîna jî  dikişînin û wiha axivî: “Ji ber îdiaya jinan mezine, ji ber wê jî di xebatan de tawîz nadin û bi awayê herî baş xebata xwe berdewam dikin.” Rabîa diyar kir k udi herêma çapemeniyê de jinan herî zêde Gurbetellî Ersoz ji xwere mînak kiritine. Rabîa da zanîn ku bi saya Gurbetellî Ersoz û rojnamegerên jin yên weke wê di herêma çapemeniyê de ked dane rengê jinan jî tevlî xebatên çapemeniyê bûne û ji bo berdewam kirina mîrasa wan çî bikeve li ser milê wê dê bike û tekoşîna rojnamegeriyê berbi pêş bibin.


‘Li gel hemû pêkutiyan jî kurd nehatin hilweşiyan’


Girêdayî  giringiya 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî Edîtora Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê Pinar Ural wiha axivî: “Yekem Rojnameya Kurdî Kurdistan di 22’ê Nîsanê de li Payîtexta Misrê Qahîreyê hatiye weşandin. Ji wê demê heta niha zext û zorên li ser gelê kurd û rojnamegeriya kurdî berdewam dikin. Lê li gel van hemû zoriyan jî gelê kurd li ber xwe dan û ne hilweşiyan.” Pinar anî ziman ku deshilatî dixwaze çapemeniyê bixe bin tekela xwe ji ber wê bi riya mediyayê mijokdariyê dike û wiha pêdeçu: “Piştî darbeya 12’ê Îlonê şert û mercên hatin avakirin di çapemeniya kurdî de berpirsyariyek da avakirin û peyîwira heqîqetê berdewam kirin. Di vê wateyê de rojnamegeriya kurdî û çapemeniya kurdî bi tayîbetî jî li Tirkiyê  di aliyê tirsandina deshilatiyê de bi serketiye û îmza avêtiye binê gelek serkeftinan.”


‘Yek ji çeperên hatîn qazanc kirin jî JINHA ye’


Pinar destnîşan kir ku ji ber di salên 1990’an de ji ber çapemeniya azad şerê ku hatiye kirin, wenda kirina mirovan û kiryarên faîlên wan ne diyar deşifre kirine rastî zorêyn mezin hetiye û wiha got: “Ji ber xebatkarên çapemeniyê ne tenê kirinên li ser gelê kurd hatî kirin, hemu mirovên hatîn perçiqan din û weke yên dinê hatine dîtin bingeh digirin û li ser wan bi hurkolînî radigihînin hedef tên girtin.” Pinar balkişand li ser rol û giringiya jinên kurd dinava rojnamegeriyê de. Pinar anî ziman ku li tevahiya Tirkiyê yekem jina Gernendeya Gişti ya weşanê kiriye Gurbettellî Ersoz e û wiha domand: “Em weke rojnamegerên jinên kurd şopdarê wê şopa ku Gurbetellî Ersoz û Ayfer Serçe ji bom e hêlayîne û emê rola ku wan di nîvî de hêlayî berdewam bikin.”  Li tevahiya cîhanê yekem Ajansa Nûçeyan ya Jinan jî JINHA ye û wiha berdewam kir: “JINHA çepereke li hemberî hişmendiya mêran ya serdest, mêtîngeriya keda jinan, otorîteya dewletê, şidet û zilima heyî. Ji ber vê jî JINHA ji bo jinên rojnamegerên kurd cihekî xwe yê giring heye.”


‘Em jin berpirsyariya îro digirin’


Xebatkara Gun TV Ayşê Kara jî diyar kir ku îro berpirsyariya 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî jinan girtiye li ser milê xwe. Ayşê da zanîn ku ji ber jinên rojnameger rastiyan dinivîlin tên girtin û hîna jî di girtîgihandenin û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyê mafê rojnamegeran nîne. Em jinên kurd li hemberî vêne û dixebitin. Berê de tenê ji ber rojnamegerên kurd nûçe çêdikirin dihatin darezandin, qetilkirin û tehdîd kirin. Em li hemberî wê rawestiyan û me heta îro berdewam kir. Me li hemberî dewletê tekoşîn kir.”


‘Di dîroka rojnamegeriya kurdî de jinên qehreman derketin’


Ayşê bilêv kir ku jinên qehremaniyên mezin nîşan dane derketine holê û êw Gurbetellî Ersoz ji bo xwe weke mînak girtiye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji bom in Gurbetellî Ersoz û Şîlan Aras ya ku ji bo çêkirina nûçeyan çuyî îranê û li ser sînor hatî qetilkirin mînakin.  Di heman demê de van kesayetan bandorên mezin l imin kirine û bûne serdem ku ez di herêma rojnamegeriyê de tekoşînê bikim. Ayşê anî ziman ku jinên dixwazin li hemberî şidetê derkevin, jinên ku dixwazin jiyanek nû bi afirînin bila bên di qada çapemeniyê de bixebitin û wiha got: “Ji ber wê jî rojnamegerî gelek girine. Banga min ji bo hemû jinan bila vê firsatê binirxînin. Emê li hemberî girtinan û tecawîzan emê pisgirêkên jinan bînin jiman û di vê de berdewam bikin.”


‘Di pêvajoya şoreşê de jin hatin dîtin’


Edîtora Rojnameya Azadiya Welat Guneş Ocaga jî diyar kir ku jiyan û tekoşîna gelê kurd di rojnamegeriya kurdî de tê dîtin. Guneş da zanîn ku ji despêka rojnamegeriya kurdî heta niha rastî gelek zoriyan hetiye. Guneş anî ziman ku rojnamegeriya kurdî êdî bûye xwediyê tecrube û ceribandinên mezin û wiha domand: “Ev 5 salin ez di rojnamegeriya kurdî de dixebitim. Ez giraniya wê û zoriya li ser wê dibînim. Gelek rojnamegerên kurd hatin girtin. Mirov dem adi nav debe û bi xwe dibîne û jiyan dike hêj zêdetir dibîne.” Guneş destnîşan kir kul i hemberî berxwedana rojnamegeriya krudî êrîşkar vale derketine û wiha berdewam kir: “Di tevahiya Tirkiyê de yekem jina Gernendeyiya Gişti ya wşanê kiriye, jina kurd Gurbetellî Ersoz bûye. Di salên 1990’an de weke Gernedeya Gişti ya karê weşanê kar kiriye. Di tevahiya cîhanê de Ajansa Nûçeyan ya Jinan jî JINHA bûye. JINHA dibin pêşangiya jinên kurd de hat avakirin. Ji dema despêka rojnamegeriya kurdî heta niha bi hezaran jinan di navê de cihê xwe girtiye û ked dane. Bi şoreşa Rojava re jinên rojnameger zêdetir hetin dîtin.”


 (zt)