Piştevaniya DİSİAD'ê ji bo gotina Gultan Kışanak ya 'em para xwe dixwazin'

09:04

Derya CEYLAN / JINHA


AMED – Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak gotibû: “Em ji enerjiya ku li Amedê tê hilkberîn paya xwe dixwazin.” Serokê Desteya Bilind ya DÎSÎAD’ê Burç Baysal jî piştevaniya wê daxuyaniya Gultan kir. Burç diyar kir ku heger çavkaniyên enerjiyê yên heyî baş bên xebitandin dê ji bo berjewendiyên welatiyan be û wiha got: “Divê nêrîna rêveberiyên herêmi yên li ser çavkaniyên bin erd Tirkiyê netirsîne. Ji ber her ku rêveberiyên herêmi bihêz bibin dê Tirkiye ewqas bi hêz bibe.”


Di şerê 30 salin tê meşandin de Amed di aliyê aborî de ketiye rewşa sazumaniyek ya tehrîbat de. Beşa aboriyê ya ku ji çandinî û ajalvaniyê dihat girtin ji ber valekirina gundan  û koçberiyê demdirêje nayê kirin. Bi kloçberiyê û valakirina gundan Amed bûye yek ji navendên cihê koçberan. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak di rojên derbasbûyî de di daxuyaniya xwe ya di El-Cezîre de ji aliyê gelek kesan ve hat destek kirin. Yek ji wan jî Serokê Desteya Bilind ya Komeleya Sanayî û Karmendên Amedê (DÎSÎAD) ê Burç Baysal jî piştevaniya wê  daxuyaniya Gultan kir.


‘Pêvajoya çareseriyê aborî berewpêşde bir’


Burç destnîşan kir di van demên dawî de li Amedê pêşveçonên aboriyê hatine jiyan kirin. Burç anî ziman ku li gel pêvajoya çareseriyê di aliyê aboriyê de jî gihandinek hatiye çêkirin û wiha domand: “Di pêvajoya çareseriyê de em ber bi aştiyê ve diçin. Ev rewş di aliyê aboriyê de jî motîvebûnekê çêdike. Heger ev rewş wiha berdewam bike dê bandorên erênî li ser aboriyê jî bike.”


‘Divê ji bo ciwanan îstihdama kar bê vekirin’ 


Burç di aliyê aboriyê de divê sazumaniyek bê avakirin û wiha berdewam kir: “Li Amedê mirov ji ber hestiyarî û berprsyarbûnê bi çar destan girtine û din ava motîvebûnêdenin. Ji ber vê jî divê ji bo ciwanan îstihdama kar bê vekirin.”


‘Eleqebûna rêveberiyên herêmî bi aboriyê û cîhana ji der ve re giringe’


Burc anî ziman kul i Amedê rêveberiyên herêmi dinava hewildanekê denin û ew vê yekê giring dibînin û wiha axivî: “Gotina Gultan Kişanak ya ‘Emê paya xwe ji petrolê bigirin’ di aliyê şaredariyê de mafeke. Cihên herêmê yên ku petrol jê tê derxistin di bin bandora şaredariyên bajarên mezin denin.”


‘Ez telebên Gultan Kişanak xwezayî dibînim’


Burç balkişand li ser tehrîbatên bi ser xwezayê de hatine û wiha got: “Cihê ku hatîn tehrîb kirin dibin bandora şaredariya bajarê mezin dene. Ji ber van sedeman daxwaza Gultan Kişanak mafek xwezayiye. Di makezagonan de sazumaniyek heye yan na nizanim, lê niha hemû çavkaniyên herêmî di bin deshilatiya hikumetêdeye.”


‘Çavkaniyên binerd herî zêde li Amedê hene’


Burç derbirî ku enerjiya Tirkiyê hemû ji çavkaniyên binerd tên girtin û wiha domand: “Gultan Kişanak feqîrên li Amedê fikiriye û gotinek wiha kiriye ji ber wê jî ez bi xwezayî maf didimê. Divê parlementerên BDP’ê vê bêxin rojevê, ji ber ez difikirim ku dê ev yek hêzê bide rêveberiyên herêmî.”


‘Divê çavkaniyên binerd bi awayekî rast bên xebitandin’


Burç diyar kir ku heger çavkaniyên enerjiyê yên heyî baş bên xebitandin dê ji bo berjewendiyên welatiyan be û wiha got: “Divê nêrîna rêveberiyên herêmi yên li ser çavkaniyên bin erd Komara Tirkiyê netirsîne. Ji ber her ku rêveberiyên herêmi bihêz bibin dê Tirkiye ewqas bi hêz bibe û dewlemend bibe.”


(zt)