Taybet: Pir bi êşbe jî em li benda dîtina hestiyê birayê xwene …
10:39
Seren SEZEN/JINHA
WAN – Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 25’ê çileya 2001’an de qumtanê navçeyê gazî Serdar Taniş û Ebubekir Denîz kiribûn dema çun êdî venegeriyan. Xwişka Sedar Taybet Taniş Ergenç girêdayî bûyerê wiha axivî: “Emê her dem teqîbciyê vê dozêbin û emê tucarî dev jêbernedin. Heger em bi sernexin jî yên li peyî me tên dê berdewam bikin. Tenê daxwaza me gelek bi êş jî be gihiştina hestiyên birayê mine.”
Serokê Partiya Gel ya Demokratîk ya ku hatî qepatkirihn (HADEP) yê Naçeya Silopiya yê wê demê Serdar Taniş û Rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz di 25’ê çileya 2001’an de qumtanê navçeyê gazî wan kir dema çun carekîdinê venegeriyan. Ji wê rojê heta niha ji herduyan jî agahî nehat girtin. Xwişka Sedar Taybet Taniş Ergenç girêdayî bûyerê û ji roja wendabûna birayê wê heta niha êşên ku malbatê kişandine û di aliyê hiquqî de hewildanên ku kirine axivî. Tayîbet li navçeya Westanê ya Wanê mamostahiya dibistana dayîkê dike. Dema ku tayîbet qala zext û zoriyên di dema zarokatiya xwe de jiyan kirî û hemû malbata wê bûne mexdurê wan zordariyan vedibêje hestiyar dibe û nikare bîne ziman. Tayîbet diyar kir ku berî endabûna birayê wê ji ber xebatên wi yên siyasî her dem ji aliyê leşkeran ve dihat tehdîd kirin û got: “Me bi malbatî gelek zordarî dît. Beriya wendabûna Serdar jî gelek caran em hatin tehdîd kirin. Bi dehan car gazî bavê min dikirin û di gotin ‘Divê kurê te dest ji van karan berde. Heger berdewam bike dê dawiya wê xirab be’ bi vî awayî em tahdîd dikirin. Yê ku ev tehdîd dikirin jî Lewend Ersoz bû. Lewend Ersoz Alay qumtanê wê demê yê Şirnexêbû.”
‘Dema ku birayê min nedîtin vêcarê bavê min avêtin girtîgihê’
Tayibet da zanîn ku dema birayê wê buroya navçeyê vekriye gelek zorî kişandine. Tayîbet destnîşan kir k udi dema nû avakirina HADEP’a navçeyê de ji xwe hejmara kesên tevlî dibûn jî kêmbû. Tayîbet anî ziman ku berî birayê wê buroyê ve kastî astengiyan hatiye û hêzêntayîbet bi ser mala wan de girtine û wiha got: “Di wê demê de mala me pir xira kirin. Lişker, polîs hêzên tayîbet hemû li ser mala me kombûyîbû. Wê demê em zarok û jin avêtin qata biniya malê. Li jorê jî tenê bavê min ma. Wê demê heta landika zarokan jî li nav hev xistin, lê tuştek nedîtin. Di xwestin yekê bigirin. Ji bo wan ‘yekî bi suc’ lazimbû. Ji hindirê kanepeyan dergiyek derxistin, ew hêncet nîşan dan û bi mehan bavê min di girtîgihan de hêla.” Tayîbet bilêv kir ku dema bavê wê di girtîgihê debûye birayê wê dest bi xebatên partiyê kiriye û wiha domand: “Her roj hinek dihatin malê birayê min dipirsîn. Herî dawî yek ji hêzên tayîbet hatin ji bo birayê min gotin qumutan li benda teye. Birayê min neçu, lê vêcarê bi telefonê lêgeriya û jêre gotinbû divê em her dem hev agahdar bikin. Li ser telefonê ji birayê min re gotibû ‘Werin çayekî me vexwin’ birayê min jî ev yek pejirandibû û çubû.”
‘Ji roja ku çu êdî me ji wî xeber negirt…’
Tayîbet diyar kir ku birayê wê Serdar Taniş û Rêveberê navçeyê Ebubekîr Denîz bi hev re çun li gel qumtanê navçeyê, dema ku çune jî di rê de rastî gelek kesan hatine û gelek kes bûne şahidê vê çuna wan ye bê veger û wiha berdewam kir: “Li texsiya ku siwarbûne ajovan ew li ber deriyê BOTAŞ’ê danine. Ajovan ji wan re dibêje ‘Ez li vêderê li benda we bisekinim’ lê birayê min na pejirîne. Bi vî awayî her du diçin û carekedinê ji wan xeber nayê girtin.”
‘Her cara ku ji binê erdê hestî derdikevin em duayan dikin ku yê birayê min be’
Tayîbet balkişand li ser hestiyên ku ji binê axê tên derxistin û her carê ew li hestiyên birayê xwe digerin û wiha axivî: “Li Kerborana Mêrdînê Hacî Akar yê kul i wê di goristanê de dixebite diyar kir ku yek nava beteniyê de li wê goristanê hatiye veşartin dişibiya birayê me. Piştî 14 salan berî niha 3 salan ji bom e hat gotin. Li ser vê agahiyê me serî li dozgeriyê da piştî 3 salan mû derstura em bikarin wê guristanê vekin dan. Di mehên derbasbûyî de me wê gorê vekir û me dua dikir belkî hestiyên birayê min be li wê de.”
‘Kî dizane li hestiyê zarokên xwe geriyan hestek çawaye?’
Tayîbet destnîşan kir k udi wê navberê de wêneyek yê hatiyî kêşan dîtiye û bi vê gelek bandor bûye û wiha got: “Di wêneyekê de pisporê tiba edilî kiloxek yê serî xistiye destê xwe, hem di wê demê de me êşek ku nayê vegotin jiyan dikir û hem jî me dua dikir belkî ew hestiyê birayê min be. Lê encam nerênî derket û ne hestiyê birayê min wan bû, lê wan hestiyan hîvî dan malbateke dinê yên ku zarokên wan di faîlê kiryar nediyar de wendabûyîbû.” Tayîbet anî ziman ku hîna ew li hestiyê birayê xwe digerin û wiha domand: “Emê her dem teqîbciyê vê dozêbin û emê tucarî dev jêbernedin. Heger em bi sernexin jî yên li peyî me tên dê berdewam bikin. Tenê daxwaza me gelek bi êş jî be gihiştina hestiyên birayê mine. Di çavê dayîka me de rondik nemane birijîne, ew wiha di halê xwe de li benda dîtina hastiyê kurê xweye. Gelo kî dizane li ser goristanan li hestiyê zarokên xwe geriyan?”
(zt)

