Jin di xebatên zeviyan de yên herî bi bandorin
10:55
Nîsan
21
/ 2014
JINHA
EFRÎN – Jinên herêma Efrînê kedeke mezin di zeviyan de dide û berhemên çandiniyê bi xwe birêve dibin. Jinên di vê demê de giya û gemarê ji nava zeviyan hildikin.
Jinên Efrînê mine hemû jinên Rojava zeviyan bi rêve dibin. Jinên Efrînê di vê demê de ji saetên sibê ve di nava zeviyan dene û giya û gemaran ji nava zeviyan hildikin.Jin bi destan şitlên ku ziyanê dighînin zeviyan radikin û pexçeyan paqij dikin.
