Bê Ugur Enes Berkin Ceylan 23’ê yê Nîsanê nayê pîrozkirin …

13:42

Sarya GOZUOGLU / JINHA


AMED – Weke lig elek deverên cîhanê li Tiriyê jî bi awayekê “kêfxweşî” cejna zarokan ango “23’ê yê Nîsanê Roja Cejna Zarokan ya Deshilatiya Navnetewî”tê pîroz kirin. Malbata Ugur Kaymaz yê ku bi 13 guleyên hêzên tayebet hatî qetilkirin roja cejnan zarokan nirxandin. Dayîka Ugur Kayîmaz yê k udi sala 2004’an de hatî qetilkirin Makbule Kaymaz got: “23’ê yê Nîsanê ji bom e mirine.” Birayê Ugur Alî jî got: “Ceylan Onkol, Enes Ata, birayê min Ugur û bi sedan zarokên weke wan bi destê dewletê hatine qetilkirin. Bi vê bûneyê em weke zarokên kurd 23’ê yê Nîsanê protesto dikin.”  


Di van 30 salên dawî de nêzî 600 zarokan hatine qetilkirin. Salên herî zêde zarok hatine qetilkirin jî salên 1992 heta 2006’anin. Yek ji van jî Ugur Kayîmaz yê ku bi 13 guleyan hatî qetilkirine… Di Mijdara sala 2004’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Ehmed Kaymaz û kurê xwe Ugur Kayîmaz ji aliyê hêzên taybet ve hatin qetilkirin. Li ser bûyerê re 10 sal derbasbû. Ugur Kayîmaz yê 12 salî û ji aliyê hezên tayîbet ve bi 13 guleyan hatî qetilkirin, ji aliyê polîsan ve weke ‘terorîst’ hatî dîtin û ji bo polîsan bûyî “hêmanek yê xeternak” malbata wan doza wî û bavê wî berdewam dikin. Piştî Ugur jî hîna qetilkirina zarokan berdewam dike. Bi polîtîkayên ajankirinê zarokên kurd qetildikin, di avêjinê girtîgihan, tacîz û tecawîz dikin, her roja ku diçe ev wehşiyeta li ser zarokan zêdetir derdikeve berçavan. Dayîka Ugur Mekbule Kayîmaz diyar kir ku wan zarok mezin nekirine ji bo dewlte wan qetilbike.


Bi dengê çekan hilweşandina jiyanê  


Dayîka Ugur Kayîmazê 12 salî yê kul i gel bavê xwe hatî qetilkirin Mekbule Kayîmaz roja ku ew hatine qetilkirin nirxand û wiha got: “Roja ku Ugur û bavê xwe Ehmed hatin qetilkirin roja cejnêbû. Di wê navberê de Ugur û bavê xwe derketibûn ji derve. Min jî ji bo wan xwarin amade dikir. Paşê derketim berderî j imin re gotin Ehmed û kurê xwe Ugur li ser rê ne. Ji xwe dengê çekan dihat bihîstin. Ez jî hema bezîm li gel mamostayê Ugur cîranê mebû. Tuştek bi Ehmed û Ugur hatiye dengê çekan tê. Em bi hev re bezîn li ser rê. Me pirsa Ehmed û Ugur kir. Gotin herdu jî birin Amedê. Ehmed û Ugur qetilkiribûn. Dema kul i ser rê ketibûn ji bom e gotin birine Amedê


‘Ji ber zaroka min ya bi 13 guleyan hatî qetilkirin rabûn ser lingan’


Makbule destnîşan kir ku hema piştî qetilkirina Ugur û bavê wî leşker hatin li ser mala wan de girtin û wiha domand: “Bi îdiaya ku çek di malê de heye digeriyan. Lê di malê de tuştek wiha nebû. Ez birin qereqolê û dozger ji bom in got ‘serê we saxbe’. Ez ketim şoqê û min tuştek famnekir. Wê demê hema lawê min Hebîb qetilkirina bavê xwe û birayê xwe ferq kir. Li gel wê jî heta serê sibê em li qereqolê dibin lêpirsînê de hêlan. Li ser hev j imin pirsên weke Ehmed û Ugur çî dikirin dip irsîn. Min jî digot Ugur diçe dibistanê. Ehmed jî ajovanê qamyonêye.”


‘Hefserê min û zaroka min biçuk li kêleka hev li ser ferşê miriyan hatibûn dirêj kirin’


Makbule anî ziman ku dem ali mizgeftê bedenên Hevserê xwe û zaroka xwe li ser ferşê miriyan bê can dît laşê wê mîna yê miriyan felcbû û wiha berdewam kir: “Li ser bedena Ehmed şopa 8 guleyan û li ser bedena zarokê min biçuk Ugur jî şopên 13 guleyan hebûn. Li ser bedena wan otopsî kiribûn. Li ser sînga Ehmed qeyîd hebûn û çavên Ugur jî hîna vekirîbûn. Li wê çavên Ugur girtin. Dema kum in Ugur bi wî halî dît ez ji ser xwe çum û min definkirina wan jî nedît. Min li nexweşxanê çavên xwe vekir.” Makbule derbirî kul i her deverên cîhanê gel ji ber zarokê wê yê di temenê 12 salî de bi 13 guleyan hatî qetilkirin rabûn li ser lingan.


‘Dewlet mehkum bibe nebe hindirê min rehet nabe’


Makbule axaftina xwe hiha domand: “Paşê me doza xwe bire Dadgiha Mafê Mirovan ya Ewrupa (AÎHM) ê û me Tirkiye mehkum kir. Dewlet çiqas bê sucdar kirin hindirê min rehet nabe. Zarokê min û hevserê min carekedinê venagere. Li kêleka malê zaroka mina 12 salî qetilkirin. Ev dewletek û qanunek çawaye? Bese êdî em şer naxwazin, em dixwazin aştiyek bê vî welatî. Cigerê me şewitî bila yê tu dayîkên dinê ne şewite.”


‘Zarokê mina 12 salî bi 13 guleyan qetilkirin’


Makbule diyar kir ku zarokê wê Ugur di çu refa 5 emîn ya dibistanê û wiha got: “Her serê sibê paşê Ugur diranê xwe dişişt. Her ruj serê xwe dişuşt. Dema kum in dar dişikan di xwest ji destê min derxîne û ew bişkîne. Dema kum in digot tu biçukê nikarê bişkênê, di got ‘na êdî ez ciwanim’. Tenê rojekê me ji hevalên wî yan jî mamostayê wî giliyê wî nebihîst. Dema ku hevalên wî agahiya qetilkirina wî bihîstin hemû din ava xemgîniyekêdebûn. Ji zaroka wê ya 12 salî re bi gotina ‘terorîst’ li ber derê malê bi 13 guleyan qetilkirin. Dema ku Ugur hatî qetilkirin li lingê wiyê biçuk terligek lastîk ya mezin hebû. Ew kêlî ji ber çavê min naçe. Ji ber serê sibê cejinbû gumlegê xwe ji ber xwe kir, da min û got ‘dayê vî bişo ezê sibê li xwe bikim.’ Gumlegê ku tucarî Ugur dil nedida li xwe bike, êdî li xwe nekir.”


‘Qetluamciyan Ugur sucdar didîtin’  


Makbule da zanîn ku her dem Ugur zarokek bi rêzdar bû û di hat heskirin û wiha domand: “Gelek henekcîbû. Din ava vê jiyanê de min hîna yek weke Ugur û bavê wî nedîtiye. Heger jiyan kiribana dê niha 23 salîbana. Ev 10 sal derbasbû lê hîna niha jî ez li kîjan cihî xebarek ya mirinê bibihîsim hema ew kêliya dawi ya min bedenên herduyan yê bê can dîtî tê ber çavê min. Zarokên weke Ceylan Onko, Enes Ata, Aydın Erdem, Berkin Elvan jî cardin vê dewletê qetilkirin. Dozger jî qetilkirina zarokê min û bavê wî bê suc dît, lê dîsan jî her dem ji bom e di gotin ji dozê bigerin û li peyî nekevin. Heta ku ez hebim li ser dunyayê ezê vê bûyerê ji bîr nekim.


‘Li cihên ku zarok lê tên qetilkirin cejin nabin’  


Makbule destnîşan kir ku weke hikumeta Tirkiyê henegên xwe bi kurdan dikin her sal 23’ê yê Nîsanê weke Cejna Zarokan pîrozdikin û wiha axivî: “Ji bom e 23’ê yê Nîsanê minrine. Di 23’ê yê nîsanê de zarokên me dimirin. Hîna mirin hene û hîna hestî derdikevin ji binê erdê. Em dixwazin êdî qetilkirina zarokan bi dawî bibe. Em zarokên xwe ji bo dewlet qetilbikin mezin nakin. Bila cejna hişmendiya kul i ber deriyê me zarokên me qetildikin û weke ‘me terorîst qetilkirin’ didin serê wan bixwe. Terorîstên rastîn jî ew bi xwene. Em naxwazin êdî mirinê bibihîsin, em aştiyê dixwazin. Bese ji xwe bi têrî dilê me şewitiye. Zarokên me hatin qetilkirin, bila zarokên kesekî din neyên qetilkirin û dilê kesekîdinê neşewitin. Bi qetilkirina Ugur û bavê wî rê hemû gelê kurd rabûn li ser lingan. Ugur û bavê xwe bê gunehbûn tenê dewletê xwest xwînê birêjin.”


‘Em 23’ê yê nîsanê protesto dikin’  


Alî Kaymaz yê ku dema birayê wî Ugur hatî qetilkirin ew 9 salî bû jî diyar kir ku dewletê destur neda ew li gel birayê xwe jiyanek xweş jiyan bikin û got: “Her çiqasî 23’ê yê Nîsanê cejna zarokan be jî ji bom e ne giring û derbasdare. Ev cejin ji bo zarokên tirkan derbasdare. Di hemû rojên salê de zarokên me tên qetilkirin. Zarokên weke Ceylan Onkol, Enes Ata û birayê min Ugur tenê mînakên berbi çav yên qetilkirina zarokanin. Hîna gelek zarokên hatine qetilkirin û hîna tên qetilkirin yên em nizanin jî hene. Li ser rednîgariya ku zarokên kurdan tên qetilirin tê wateya ku dê tucarî cejin neyê. Ji ber wê jî em weke zarokên kurd 23’ê yê Nîsanê protesto dikin.”


‘Li gel Ugur cejin jî bi dawîbû’


Alî anî ziman ku Ugur birayê wan yê mezin bû, her çendî k udi temenê biçuk de çu û bi hev re nejiyan û ne lîstin jî lê hîna gelek bîranînên wê demê bi hev re jiyan kirine hîna di hişê wî de zindîne û wiha got: “Ew zarokak pir di hat heskirin. Her dem dihat ez maç dikirim û ji bo diya min digot ‘dayê te vî zarokê xweşik ji kuderê aniye.’ Erebeyek ya destan hebû her dem em dixistin hindirê xwe û li nava bîstan di gerandin. Niha pir nayê bîra mine w kîjan ajalbû, ajalek miribû Ugur wî girt û di hindirê axê de veşart. Li ser wê axê jî navê wî ajalî nivîsî. Weke ku mirinê wî dîtibû. Her dem xwişka min Emîne, birayê min Habîb û Ugur diçun li ser wê axa ku ew ajal di navê de veşartîn fatîhe dixwendin. Birayê min ji aliyê heval û mamostayê xwe ve gelek dihat heskirin. Zarokek henekcîbû. Pir ji maçkirina zarokan hezdikir. Hemû tayîbetiyên erênî di hindirê xwe de hewandibû û ev yek bi ser xistibû. Me bi hev re gelek rojên xweş derbas kir û bi hev re di rojên cejnan de li cejnan geriyan. Me dixwest em hîna gelek cejnên dinê bi hev re derbas bikin, lê berdewama wê nehat. Bi çuyîna wî re dawî li cejnan jî hat.”


‘Tenê sucdar dewlete’


Alî wiha axaftina xwe domand: “Tenê sucdarê vê qirkirinê dewlete.” Alî destnîşan kir ku li piştî qetilkirina birayê xwe wî sonda heta hebe li jiyanê li hemberî qirkirinan têbikoşe daye û wiha berdewam kir: “Emê doza xwe berdewam bikin. Em li Dadgiha AHÎM’ê berdewam dikin.Tirkiye hat sucdar kirin. Em dixwazin cezayê muebetê bê dayîna faîlan. Ezê desturê nedim siniyên bavê min û birayê min qetilkirin li kolanan bigerin. Ji bo ew cezayê muebetê bigirin çî ji destê min bê ezê bikim.”


 (zt)