Wesayîta karkerên jin qeza kir û di encamê de 3 welatî mirin

14:10

JINHA


HATAY – Li Hatayê wesayîta ku karkerên jin yên li nava zeviyan dixebitin di guhast qelibî û di encamê de 3 kes mirin û yek jê giran 10 kes birîndar bûn.


Îro serê sibê li nêzî otogara navçeya Antakya ya Hatayê wesayîtek ya karkerên jin qeza kir. Gelek ambûlans çun cihê bûyerê. Di qezayê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Bi ambulansan yek jê giran 10 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Antakyayê. Girêdayî bûyerê lêpirsîn hat li darxistin.


 (zt)