Li Dêrikê jinekî dinê jî bi hişmendiya mêran hat qetilkirin

14:15

JINHA


DÊRİK - Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê di bin navê namûsê de jineke 26 salî   ji aliye birayê xwe ve  hate qetilkirin.


Jina bi navê K.E.B. (26) ya ji taxa taxa Baweriye ya Bajarê Dêrikê şevê din derdora saet di 22.00'an de di bin navê namûsê ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.  K.E.B. ji Gundê Zihêriyê yê Dêrikê ye. Hate hînbûn ku di encama lêkolîna bijîşkan de diyar bû ku K.E.B. bi guleya dimançeyê ya di serî de hatiye qetilkirin. Birayê K.E.B. yê kujer H.E.B piştî ku xuşka xwe qetil kir, teslîmî Asayîşê bû.


(zt)