Hat îdiakirin ku li Rihayê 2 jinan întîhar kirin
15:12
JINHA
RIHA- Hat îdiakirin ku li navçeyên Wêranşar û Pirsusê yên Rihayê du jinan xwe întihar kirin.
Li gundê bi navê Olçek Tepe yê girêdayî navçeya Pirsusa Rihayê jina ciwan ya bi navê Leyla Erdogan ya 23 salî dima ku nêrî kes li malê nebû bi çeka bavê xwe xwe întihar kir. Jina ciwan ya ku giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê û piştî mudaxeleya despêkê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmed Akîf Înan ya Rihayê. Li gel hemû mudaxeleyan jî jina ciwan rizgar nebû. Piştî otopsiyê cenazeyê Leyla li gundê wê sipartin axê.
Îdiaya întihara duyem jî li taxa Cumhuryetê ya navçeya Wêranşarê hat jiyan kirin. Hat îdiakirin ku jina ciwan E. K bi çeka bavê xwe ya nêçîrê xwe întihar kir. Kiliç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ji bo oropsiyê cenazeyê E. K rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê, paşê jî li goristana Wêranşarê sipartin axê.
(zt)
