Dayîkên Aştiyê: Em dixwazin tevlî pêvajoya aştiyê bibin
16:39
JINHA
AMED – Meclisa Dayikên Aştiyê bi armanca balê bikişînin li ser pêvajoyê, rewşa Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û xendekên navbera başur û Rojava de tên kolan daxuyaniyek dan çapemeniyê . Dayîkan di daxuyaniyê de balkişandin li ser nepejirandina hevdîtina wan ya bi Serokê PKK’ê Abdûllah Ocalan re û kolana xendekên navbera Rojava û başur de. Dayîkan helwesta AKP û PDK’ê ya hevbeş ya ku bi xendekan carekedinê parçekirinê çêdike şermezar kirin.
Bi armanca balkişandina ser pêvajoyê Meclisa Dayîkên Aştiyê li ber avahiya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Dayîkan helwesta AKP û PDK’ê ya hevbeş ya ku bi xendekan carekedinê parçekirinê çêdike şermezar kirin. Li ser navê dayîkan Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Qudret Eryilmaz daxuyanî da. Qudret di serî de hejmara îmzayên ku ji aliyê Meclisa Dayikên Aştiyê ve hatine komkirin giheştiye 8 hezar û 850 ‘an û wiha got: “Ji aliyê Dayikên Aştiyê ve evqas îmza hatine berhevkirin. Emê van îmzayên kum e berhev kirî bidin destê komîsyona berhev kirina îmzayan. Heta ku Serokê me azad ne be emê xebata xwe dewam bikin. Em weke Dayîkên Aştiyê me serî li Wezîrê dadê da ji bo em weke Dayîkên Aştiyê hevdîtinê bi Serokê PKK’ê Abdûllah Ocalan re bikin. Lê wan bersiva nerênî dan me. Em weke dayikên aştiyê dibêjin ku emê li dû doza xwe bin heta ku em li Îmraliyê bi Serokê xwe re hevdîtin nekin emê nesekinin.”
Dayîkan banga hevgirtinê kirin
Qudert di derbarê xendekên ku ji aliyê hikûmeta PDK’ê ve di navbera Rojava û Başûr de tê kolan jî wiha anî ziman biratî û yekîtiya kurdan bi vî awayî tê tehdîd kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ ji ber ku Berzanî jî zilm û zor dîtiye divê ew jî zilmê li ser gelê Rojava neke. PDK’ê îro milê xwe daye milê AKP’ê û van lîstika ser birayê xwe yê kurd dide meşandin. Em hêvî dikin ku Berzanî li şaşiyên xwe vegere. Ji ber ye ew dike şermeke mezin e li himberî cîhanê. Em bang li hikûmeta PDK’ê dikin ku Helpçe û Enfala ji bîr nekin û îro gelê xwe ne firoş e.”
(şh/zt)

