Bi hatina buharê re jin derketin zozanan

09:00

JINHA


SÊRT – Li gel pêvajoya çareseriyê li çiyayên Mezopotamyayê jî hewayê azadiyê digere. Li ser gundên din ava çiyayan de jî tundiya leşkeran kêmbûye. Bi hatina buharê re gundiyên gundê Hêşeta Berê sipî yê girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê derketin zozanan. Gundî êdî rehet digerin û şanaziya xwe ya ji bo vê pêvajoya çareseriyê tînin ziman.


Li gundê Hêşeta Berê Sipî ya girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê berf û şînahiya xwezayê din ava hevedye. Gundî bi hatina buharê re hildikevin zozanên Kelka Mîho li ber buhariyan digerin. Ji niha de çerandina lawiran û diruna giya despê kiriye. Jinên gund ji niha de dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Ji bo komkirina giya jin derdikevin girên bilind û din ava bedewiya xwezayê de li gel malbata xwe ji çuyîna seyîranan jî kêm namînin. Gundiyan diyar kirin ku beriya niha 3 salan leşkeran derketina van çiyayan qedexe kiribûn û heta weke derketina van çiyayan negengazbûn.


‘Li çiyayan rehet geriyan me şanaz dike’ 


Sultan Ulaş ya ku li Hêşeta Berê Sipî jiyan dike girêdayî komkirina giya agahîdan. Sultan da zanîn ku ew kereng û pincaran ji çolê komdikin, tînin hişik dikin û paşê dî di firoşin û got: “Ji ber em rehet dikarin li çiyayên xwe bigerin em şanazin. Em digerin, kerenan û pincarên renga reng kom dikin, hişk dikin û paşê difiroşîn. Ji derveyî kerengan em pincarên mîna sîrikan jî bi heman awayî kom dikin hişk dikin û difiroşin. Em van pincaran di xwarinên weke kade û tirşiyê de bi kar tînin. Ev pincarane di meha adarê de derdikevin, di nîsan û gulanê de jî diqedin. Ji ber em rehet dikarin li çiyayên Kurdistanê bigerin, em şanaziya wê jiyan dikin. Dema ku em tên li van çiyayan digerin, wê demê em xwe rehet û şanaz hîs dikin. Em li van çiyayan aştî û azadiyê dixwazin. Bi tekoşîna ku gelê kurd dayî em dixwazin biherîkîn herêman.”


‘Bila êdî aştî û biratî bê ser vê axê’


Welatiyek dinê yê bi navê Ehmed Sezer jî balkişand li ser şerê demdirêj li wan çiyayan hatî jiyan kirin û wiha got: “Em sipasiya wan kesan dikin yên ku ev pêvajo dayî despê kirin û ev rehetî ji bom e dayî çêkirin. Em êdî bi awayekî rehet dikarin li çiyayên Kurdistanê bigerin. Em li gel malbata xwe bi rehetî dikarin li zozanên xwe bigerin. Pisgirêkek ya miya dinê jî Bi biryara Mesud Barzanî kolana xendekên navbera başur û Rojava deye. Ji ber ku vê li gelê kurd dike em wan şermezar dikin. Em  êdî dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe û çar aliyê Kurdistanê bibe yek. Em li ser vê axê êdî aştî, biratî û aramiyê dixwazin.”


Wêne: Seren SEZEN


(zt)