Ruken Garzan: Azadiya Rêbertiya me azadiya me ye
09:36
Ekîn ADA/JINHA
BEHDÎNAN - Koma Jinên Bilind ku di 2’yê nîsanê de kampanyaya bi navê ‘Jin ji bo azadiya xwe û Rêbertiya xwe di çalakiyê dene’ dabû destpêkirin. Der barê vê kampanyayê de Endama Koordînasyona KJB’ê Rûken Garzan destnîşan kir ku kampanya têkoşîna li hemberî qada navneteweyî ya komplogeran e û wiha got: “ Ez di destpêkê de ji bo jinên Kurdistanê, hemû jinên Rojhilata Navîn û ji bo jinên cîhanê vê yekê dibêjim; werin em ji bo azadiya xwe têkoşîn bidin û dakevin qadan. Ji bilî têkoşîn û berxwedanê tu riyek me yên din tuneye.”
Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) Rûken Garzan kampanyaya ku di 2’yê Nîsanê de ji aliyê KJB’ê ve hatiye destpêkirin ji JINHA’yê re nirxand. Garzan bersiv da pirsên weke; “Hedef û armanca kampanyayê çiye?”, “ Jin wê pêvajoya pêş çawa pêşwazî bikin?” , “ Hûnê çawa li hemberî şikandina jinan bihevre bûnê hedef bikin?” , “ Ji bo kampanyayê bangawaziya we çiye?” da.
- Di 2’ê Nîsanê de bi şîara ‘Jin ji bo azadiya xwe û Rêbertiya xwe di çalakiyê de ne’ pêngavek nû we da destpêkirin. Der barê vê pêngavê de armanca we çiye hûn dikarin binirxînin?
Ev pêngava me hem ji bo azadiya Rêbertiya me, hem jî ji bo azadiya jinan hatiye destpêkirin. Ev pêngavekî berfire û stratejîk e. Ev 15 sal in Rêbertiya me dibin şert û mercên girande li Gireva Îmraliyê berxwedana xwe berdewam dike. Rastiya Îmraliyê ku dikeve 16 saliyê de êdî nayê qebûlkirin, divê ji holê were rakirin, rastiya pergalê were têkbirin. Jixwe pergala Îmraliyê pergaleke ku ji aliyê hêzên komploger ve pêkhatiye. Bi vê pergalê ne tênê bi fîzîkî Rêbertiya me bigirin bi esaretê, di heman demê de xwestin fikrê Rêbertiya me jî bigirin bin esaretê. Bi vê rastiya Komploya Navneteweyî re Rêbertiya me, Tevgera me û gel her tim di nava têkoşînekê de bûn. Armanca vê yekê ew bû li hemberî komplogeran di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. Ji ber ku hedef û armanca vê komployê pir berfireh bû. Ji ber ku armanca vê yekê ne tenê Rêbertiya me, tevgera me û gelê kurd bû. Di esasê xwe de hemû gelê Rojhilata Navîn bû. Bi taybetî çima armanc û hedefa vê yekê Rêbertiya me hat dîtin, li ser vê yekê Rêbertiya me bi analîz û tespîtan ev yek bi awayekî berfireh şîrove kiriye. Rêbertiya me jî gotibû ku ‘plana dagirkirina ya ku ji bo Rojhilata Navîn hatibû dayîn di şexsê min de bi Komploya Navneteweyî starta wê hat dayîn’ hêzên kapîtalîst hewil dan ku projeya ji bo Rojhilat Navîn pêşkêş bikin, lê li pêşiya xwe astengiya herî mezin Rêbertiya me ditîn. Armanckirina ku vê astengiyê ji holê rabikin û ji ber wê jî Komploya Navneteweyî xistin dewrê. Di destpêkê de Rêbertiya kirin bin esaretê, piştre jî bi dagirkirina Iraqê re xwestin planên xwe yên dagirkirina Rojhilata Navîn bidin destpêkirin. Rêbertiya me komploya hêzên kapîtalîst ferq kiribû, Rêbertiya me xwest vê yekê ronî bike. Di vê wateyê de Tevgera Azadiya Kurd li Rojhilata Navîn belav bû û ev yek kir gerdûnî. Ev têkoşîn di nava hemû civak û mirovahiyê de belav bû. Rêbertiya me ku dijberî projeya BOP ku Projeya Yekitiya Demoratîkbûna Rohilata Navîn pêş xist ji bo gelê Rojhilata Navîn projeya ronakbîriyê bû. Li hemberî hêzên kapîtalîs ku dixwestin kaosê pêk bînin alternatîfa çareseriye pêk anî.
‘Armanca me azadiya Rêbertiya me ye’
Komploya Navneteweyî ger ku Rêbertiya me hedef negirta û nekira bin şert û mercên esaretê, dê rewşa Rojhilata Navîn niha cûdatir bûya. Dê niha Rojhilata Navîn nebûya deryaya xwînê. Ji ber ku sekna alternatîf ya Rêbertî, jiyana wî ya felsefî û civakî, dê hemû projeyên bi pergalî, mirovahî anîba gel hev û biratiya gelan pêk bi aniya. Ger ku ev proje biketa meriyetê, dê BOP vala bihata derxistin. Dê di Rojhilata Navîn de dagirkerî pêk neata. Ji ber wê jî Komploya Navneteweyî di şexsê Rêbertiya me de pêk hat, li hemberî hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hat û hemû gelên Rojhilata Navîn girtin bin vê esaretê. Rêbertiya me ji bo ku vê komployê vala derbixe ket nava hewldanek pir mezin. Têkoşîna Rêbertiya me ya li hemberî komployê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ronahiyek mezin pêk anî. Hêzên kapîtalîst hêj li pey li Rojhilata Navîn dewletên biçûk ava bikin, Rojhilata Navîn parçe bikin in. Projeya ku hemû gelan bi awayekî demokrat bigire nava xwe tuneye. Di vî alî yê de yên xwedî projeyên alternatîf e tenê tevgera me ye. Rêbertiya me ku xwediyê projeyên alternatîf û yekitiya demokratîkbûnê bihêz dike ye, êdî tehmûla meya esaretê ya li hemberî Rêbertiya me pêk tê nemaye. Yek ji sedemên ku Tevgera Azadiya Jinan ev kampanya daye destpêkirin jî ev e. Em azadiya Rêbertiya xwe hedef dikin. Ger ku Rêbertiya me azad bibe, gel, civak û jin jî wê azad bibin. Ji ber ku ev gel bi heve girêdayî ye. Em ê bi vê pêngavê li hemberî komployê jî têkoşîn bidin meşandin. Heya ku Rêbertiya me dibin esaretê de be, dê kompolo jî berdewam bike. Divê ku rastiya vê komployê were parçekirin, ji holê were rakirin û em teqez azadiya Rêbertiya xwe armanc bikin.
- Ev salek e ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk werin çareserkirin dinavbera dewleta tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêvajoya dîyalogê heye. Abdullah Ocalan di peyama xwe ya Newrozê de got ku pêvajoya diyalogê gihiştiye astekê û ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk were çaresekirin divê derbasî pêvajoya muzakerayan bibin û divê pêvajo di çarçoveya hiqûqî de bê birevebirin. Ev pêvajo divê ji niha û pêva çawa bê birêvebirin?
Nêzîkatiyên îktîdara AKP’ê û dewelata tirk a ji bo çareserkirina pirsgirêkê li holê ye. Armanca wan ew e ku heta bi heta Rêbertiya me di bin pergala Îmraliyê de bihêlin, têkoşîna me îmha bikin û têkoşîna me marjînal bikin. Ji bo ku derbasî asta muzakereyê bibin ji aliyê dewletê ve heta niha tu gav nehatiye avêtin. Armanca AKP’ê ew e ku dema pêvajoyê dirêj bike û îktidara xwe bi hêztir bike. Ger ku hêjî ev pêvajo berdewam dike, ev bi hewildanên AKP’ê naqewime, bi hewildanên Rêbertiya me û keda tevgera me pêvajo bi rêve diçe. Li gorî rewşa heyî ne mumkûne ku pêvajo yek alî bê meşandin. Divê teqez pêngavên ku ji aliyê Rêbertiya me vê ku tê xwestin ji aliyê dewletê ve bê avêtin. Dewleta tirk ji dêlva ku gavan biavêje, xwe zêdetir bi hêztir dike û plansaziyên ku pêwira MÎT’ê zêdetir bike dike. Ger ku zêdetir bi pêwirdar be dê ev yek pirsgirêkên cûda jî bi xwe re bîne. Ji bo ku pêvajo di çarçoveyek maqekanûnî de bê meşandin, Rêbertiya me gelek caran hîşyariyan dike, lê ev yek ji aliyê hikûmetê ve nayê dîqatgirtin. Dewlet ji bo ku xwe tenê bi parêze nêzî pêvajoyê bibe, dê ev yek pêvajoya ku tê meşandin bixitimîne.
‘AKP bi hewildanên xwe yên tasfiyekar berdewam dike’
Pêvajo hewayek erênî çêkiriye. Ji ber ku ev salek e şer pêk nayê. AKP dixwaze ji vê rewşa erênî sûdê bigire û ji bo ku vê pêvajoyê ber bi aliyê xwe ve bikişîne ketiye nava hesaban. Hewîldanên Rêbertî ya ji bo aştiyê di nava civaka tirk de jî guhertinên êrînî pêk anî. Êdî her kes dixwaze ev pêvajo bi encam be û daxwazên xwe yên bi vî rengî tînin ser ziman. Her wiha ev destkeftiyek mezin e. Lê AKP li ser vê ferasetê dixwaze siyaset bike, hesabên hilbijartinê kir. Mirov dikare bêje ku ranta vê pêvajoyê di hilbijartinê de kir. Dixwaze vê pêvajoyê heta hilbijartina Serokkomariyê bibe. Di pêvajoyê de li ser serkeftinên Rêbertiyê dixwaze xwe bike pozîsyona xilasiyê û têkoşînê terorîze bike. MÎT’ê jî bi qanûnan dike bin parastinê û armancên xwe yên tasfiyekar dixwaze bike dewrê.
‘Em ê baş ve gav neavêjin’
Heta niha ji AKP’ê û dewletê tu bendewariyê me çênebûye, dê ji vir û pêde jî ev yek çênebe. Bi kevnoşopiya berxwedana me, em ê gav bi gav ber bi azadiyê ve biçin. Her wiha em dixwazin bi pêngava xwe pêvajoyê bibin astek çalekger. Ji ber ku gel di Newroz û hilbijartinê de vê peyamê da me. Gelê kurd peyama ku Rêbertî azad nebe, berxwedanê mezin bikin da. Gel biryara xwe li qadan ji her kesî re nîşan da. Me weke Tevgera Jinên Azad jî tu car baweriya xwe bi helwesta dewletê neanî. Me bi berxwedanê dest ji biryara azadiya xwe berneda. Em ê ji vir û pêda jî paşve gav neavêjin. Em ê bi berxwedanê azadiya xwe mîsoger bikin. Armanca me ya herî mezin azadiya Rêberê me ye. Em ê di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe berfirehtir bikin.
-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya Newrozê de got ku jin û ciwan pêkanînên aştiyê ne. Di vî warî de bang jî kiribû. Hûnê weke Tevgera Jinên Azad û Demokratîk pêvajoya pêşiya me çawa pêşwazî bikin? Li hemberî vê bangê helwest, sekna we ya têkoşînê dê di kîja bingehî de be?
Rêberê me li ser azadiya jinan têkoşînê birêve dibe. Rêbertî bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî jinan, azadiya jinan û modela civakî ku dixwaze li dora jinan azadiya civakê pêk bîne cûdahiya xwe datîne holê. Rêbertî bi cewhera jinan a aştî bawer dike. Ji ber wê jî hewl dide ku ev cewheriya aştiyê bibe civakî, civakê jî li ser vî esasî azad bike. Em weke Tevgera Jinên Azad û Demokratîk ger di nava hewildana ku nasnameyek bi rêxistin qezenc bikin û ji bo bi vê nasnameyê ber bi azadiyê ve bimeşin ev bi têkoşîna azadiya Rêbertiya me ve girêdayî ye. Felsefeya Rêbertiya me felsefeya azadiya jinan e. Ji ber wê jî ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinên cîhanê re çawa azad bijîn û riya çawa têkoşîna azadiyê bidin meşandin nîşan dide. Em ketin vê riyê û dema em di vê riyê de meşiyan, em gihîştin cewheriya xwe ya azadiyê. Bi vê cewheriya azad me hevdîtinek pêk anî. Em niha bi vê cewheriyê zêdetir bi îdiane, bi biryar û wate didin vê yekê. Em dizanin em cewheriya jiyanê ne. Me hişmendiya serdestiya zilam a pênc hezar salan ku di nava civakê de dabû avakirin deşîfre kir. Armanca me ew e ku bi hemû jinên cîhanê re bên gel hev û qadên têkoşînê bi hev re ava bikin.
‘Em di hêzek ku dikarin cîhanê biguherînin de ne’
Em bi bawerin ku weke jin cîhanê biguherînin û mirovan bigihîjînin kêfxweşiya azadiyê. Em birînên ku zilamên serdest di civakê de ava kirine hewl didin ku baş bikin û di vê bingehê de têkoşîna xwe bilind dikin. Ji ber wê jî me di qada siyaset, leşkerî û civakî de jî nîşan da ku em dikarin li hemberî hemû astengiyan têkoşînek mezin bidin meşandin. Me di nava têkoşîna azadiya kurd e jî bi mîsyona pêşengiya civakê ji xwe re cih veqetand. Me bi vê rolê xwedî li têkoşîna xwe derket. Her wiha divê mirov têkoşîna azadiya jinan û têkoşîna azadiya gelê kurd jî ji hev cûda negire dest. Van herdû têkoşîn bi hevre girêdayî tên meşandin. Ji xwe Rêbertî jî dibêje ‘Heta jin azad nebe civak jî azad nabe’ Azadiya jinan dike pêşiya azadiya civakê. Di cîhanê de tu tevger heta niha ji jinan re rolek wisa nedaye. J ber wê jî azadiya Rêbertiya me dê azadiya jinan û civakê jî bi xwe re bîne.
Belê hûn vê girêdanbûnê çawa pêk tînin? Hûn dikarin vê yekê hinek vekin?
Rêbertiya me di navbera xwe û jinan de vê girêdanbûnê ava kir. Ji ber ku hişmendiya zilam û îktidar jinan ji civak û jiyanê veqetandibû. Jinan kiribû weke nesne. Rêberê me girêdanbûna jinan a bi jiyan û azadiyê re ava kir. Vê girêdanbûnê bi hêzek mezin ava kir. Ev girêdanbûyîn tiştek mekanîn nîne. Girêdanbûnek zindî û jiyanî ye. Me bi têkoşîne xwe ji her kesî re nîşan da ku tu kes nikare girêdanbûna me ya bi Rêbertiya me, me cûda bike.
-Hûn weke tevgera azadiyê bûne xwediyê naverokek girîng û berfireh. Hûn bi jinên Rojhilata Navîn û ên cîhanê re jî di nava têkiliyek xûrt de ne. Hûn li hemberî qirkirina li ser jinan di nava hevbeşiyek çawa de ne? Ji bo azadiya jinan hûnê li ser kîjan xalî bigihîjin hev? Rola kampanyaya we ya di vê hevdîtinê de çiye?
Armanca me ya bingehîn jixwe ew e ku em bi jinên cîhanê re bên gel hev. Ji ber ku em li kuderê cîhanê dibin bila bibin hincetên têkoşîna me yeke. Ji ber ku em jinin rastî tundiyê tên, tên qetilkirin. Hemû bingeha komkujiyên li hemberî mirovatiyê li ser jinan pêk tê. Em niha weke jin dixwazin vê yekê berovajî bikin. Divê em hişmendiya serdest a zilam ku li hemberî jinan û civakê tundî û qirkirinê pêk tîne ji holê rakin. Em ê bi vê hişmendiya xwe rengê cîhanê biguherînin. Paradîgmaya me û Bîrdoziya Rizgariya Jinan xwediyê vê bingehê ye.
‘Azadiya Rêberê me azadiya jinan e’
Armanca me ya bingehîn jî ew e ku bi pêşengiya tevgera xwe bi hemû jinên Rohilata Navîn û yên cîhanê re bên gel hev. Di vê mijarê de jî eleqederbûnek mezin jî heye. Potansiyelek ku me dişopîne û dixwaze li ser azadî û têkoşîna jinan em bên gel hev jî heye. Em li ser vê bingehê jî xwediyê rêxistinek mezin in. Em di qada siyasî, leşkerî, bîrdozî û dîplomasiyê de jî xwediyê mevziyek rêxistinîn e. Em dixwazin hemû tecrûbeyên xwe yên têkoşînê bigihîjînin hemû jinên cîhanê. Xala ku em hatine divê hemû jinên cîhanê bibînin. Li ser vê yekê fikra me ew e ku jin ji bo azadiya Rêbertî û azadiya xwe di nava çalekiyan de bin. Azadiya Rêbertiya me azadiya me jinan e. Ev dirûşme û şîar hemû jinan digire nav xwe. Em deng didin, dengên din jî digirin nav dengên xwe û têkoşînê li ser vê bingehê berfirehtir dikin. Ev hevdîtin hevdîtina hemû reng û dengê jinan e. Dê di nav vê têkoşînê de her kes deng û rengê xwe nîşan bide û biparêze. Modela civakî ya ku em dixawzin bigihîjin ev e. Rastiyek ku modernîteya kapîtalîst daye avakirin heye. Ev rastî ji bilî şer û xirakirinê tu tiştek nade mirovatiyê. Ji ber wê jî em dikarin bêjin ku pergala serdestiya zilam alternatîf nîne. Divê hêzek cûda derkeve holê û ji bo hemû mirov bi awayekî azad bijîn jiyanek bê avakirin.
-Ji bo ku hûn ji mirovahiyê re azadiyê bînin û hûn xwe weke alternatîfek azadiyê ji mirovahiyê re bibîni, ev îdiaya we heye?
Di vê bingehê de îdiaya me heye. Hemû hevalên me yên jin ên ku ji bo azadiyê têdikoşin xwediyê îdiane. Em îro bi hezaran û mîlyonan xwediyê hêzeke mezin in. Ji ber wê jî em weke jinên ku ji bo têkoşîna azadiyê didin xwediyê potansiyelek mezin in. Em weke tevgera jinan bi nasnameya xwe ya rêxistinî hebûna xwe ava dikin û vê îdiaya me jî ji ber nasnameya me ya rêxistinî diqewime. Armanca me ew e ku em civakek ku jin azad bibin ava bikin.
Di çarçoveya vê pêngavê de banga we ji bo jinên kurd û ên cîhanê heye?
Dirûşmeya pêngava me bangeke. Bi dirûşemay pêngava me ez ji jinên kurd, ên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê re vê yekê dibêjim; werin em ji bo azadiya xwe têkoşînê bidin û dakevin kolanan. Ji riya têkoşîn û berxwedanê tu rê tuneye. Em ê bi têkoşînê pêşerojek azad ava bikin. Em bawer dikin ku rastiya berxwedana jinan dê cîhanê bîne astek ku bê jiyîn. Ji ber ku di navê de azadî, wekhevî û aştî heye.
(aw)

