Berhemên Sakine Cansız û Gurbetelli Ersoz di refan denin…
11:58
Gulşen Koçuk – Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED – Ji 4 Pirtûkên ku ji aliyê Mala Pirtûkan ya Aramê va hatî çapkirin du ji wan yên du jinên kurd yên şoreşger Sakîne Cansiz û Gurbetellî Ersoz in. Girêdayî din ava refên pirtûkxaneyê de bi cîhbûna her du pirtûkan yek ji redeksiyona mala pirûkan Bîlge Îşyok axivî. Bîlge diyar kir ku Sakîne û Gurbetellî bi zimanek jidil çawan tekoşîn kirine di pirtûkên wan de vegotine. Bîlge da zanîn ku pirtûkên di refan de cîh digirin divê bên xwendin.
Ji 4 pirtûkên ku ji aliyê Mala Pirtûkan ya Aramê ve hatine weşandin du ji wan jî pirtûkên du jinên şoreşger yên ku di tekoşîna azadiya jinên kurd û eniya çapemeniya azad de navê xwe kolane Sakîne Cansiz û Gurbetellî Ersoz. Piştî ku Sakîne Cansiz li gel du hevalên xwe li Parîsê hatin qetilkirin ji aliyê Weşanên Mezopotamya ya Ewrupa yê ve pirtuka wê ya bi navê “Jiyana min her dem şerbûye” hat weşandin. Li Tirkiyê jî cara yekê ji aliyê Mala Pirtûkan ya Aramê ve hat çapkirin. Pirtûka Gurbetellî Ersoz jî ya ku bi xwe dest dayî pênûsê û bi navê “Min dilê xwe bi çiyayan nexişandiye” cardin ji heman weşanê çapa duyemîn derket.
‘Jina ku şêweyek daye tekoşînê’
Ji 4 pirtûkên ku ji aliyê Mala Pirtûkan ya Aramê ve hatine weşandin du ji wan jî pirtûkên du jinên şoreşger yên ku di tekoşîna azadiya jinên kurd de xwediyê cihekî giring Sakîne Cansiz û Gurbetellî Ersoz. Girêdayî din ava refên pirtûkxaneyê de bi cîhbûna her du pirtûkan yek ji redeksiyona Mala Pirûkan ya Aramê Bîlge Îşyok axivî. Bîlge destnîşan kir ku her du pirtûk jî ev demdirêje li ber çapêne, lê ji ber hinek sedemên teknîkî heta niha mane û got: “Ji ber Sakîne Cansiz kesaeytekî ronake, xwediyê sazûmaniyekî polîtîke, di tekoşînê de xwediyê cihekî giringe, pêvajo û pêşerojê dinirxîne. Ji ber wê jî xwendekarên pirtûka dê dahurandina nakokiyan û tekoşîna wê bibînin.
‘Bi xwendekaran re kêliyên hestiyarî dana çêkirin giringe’
Bîlge anî ziman ku pirtûka ku Sakîne Cansiz dest daye pênûsê û nivisiye bi zimanekî sade û ji dilekî pak naskirin û tevlîbûna Sakîne ya tekoşînê vedibêje û wiha got: “Sedemê sereke yê çapkirina me ya pirtûkê jî ji bol i vêderê gelê û xwendekarên pirtûkê Sakîne û jiyana Sakîne nasbikin.” Gurbetellî Ersoz jî ji bo hemû xebatkarên çapemeniyê û teyîbetî jî xebatkarên çapemeniyê yên jin bûye îdolek û wiha domand: “Pirtûk ji rojnivîska Gurbetellî Ersoz pêktê û pirtûkek berê me weşandiye. Di pirtûkê de berî beşdarbûna Gurbetellî Ersoz ya tekoşînê rewşa wê ya giyanî û piştî demekê din ava tekoşînê de kêliyên jiyana gerîlla vedibêje û xebatekî xweşik li ser hatiye kirin.” Bîlge balkişand li ser gerêdana xwendekaran ya di dema xwendina wan pirtûkan de û wiha berdewam kir: “Di dema xwendina van pirtûkan de mirovek çawan ji kurahiya dilekî pak bi tekoşînê ve tê girêdan xwendekar baş dibîne. Di van pirtûkan de heskirina wan ya mirovan û girêdana mirovan ya li gel wan tê dîtin.”
‘Çapnekirina pirtûkan kêmaniyekî mezine’
Bîlge çapnekirina van her du pirtûkên Sakîne Cansiz û Gurbetellî Ersoz weke kêmaniyek mezin anî ziman û wiha got: “Di pirtûkê de Sakîne Cansiz weke jinek berxwedêr, înatcî û xwediyê girêdanek bê hempa tê dîtin. Pirtuk ji zarokatiya xwe girtiye dest û ji 3 bergan pêktê. Ev berga yekeme. Di vê berga yekem de dê xwendekar jinek ya ku ji bo xwe avabike tekoşînê dike bibînin nasbikin.”
‘Her du pirtûk jî xwendekaran ber bi xwendinê ve dibin’
Bîlge balkişan li ser weke jinên kurd nakoliyên ku Sakîne Cansiz û Gurbetellî Ersoz jiyan kirine û dîtine û wiha domand: “Di her du pirtûkan de tê dîtin kul i ser vê rednîgariyê jin bûyîn xwediyê zorî û zehmetiyên çawaye û di heman demê de girêdana bi teokînê ve çawaye didin nasîn. Her du pirtkûk jî xwediyê şêwazek wiha xweşe xwendekaran ber bi xwendinê ve dikişîne. Dema ku mirov dixwîne hêj zêdetir xwendinê dixwaze. Vegotina wan tecrube û ceribandinan mirovan zêdetir ber bi xwendinê ve dikêşin. Di heman demê de we girêdana wan ya tekoşînê a bêhempa mereqê bi mirovan re çêdike.”
(zt)

