Li Dêrikê qetilkirina jinan hat protestokirin
13:07
JINHA
DÊRIK – Li Dêrikê di bin navê “namûsê” de kuştina jina bi navê Kerîma Ebdulkerîm, hate şermezarkirin.
Navenda Perwerde û Zanistiya Jinan a bajarê Dêrikê kuştina jina bi navê Kerîma Ebdulkerîm ku 2 roj ber li Dêrikê ji aliyê birayê xwe ve di bin navê “namûsê” de hate qetilkirin, şermezar kir. Jinên ku ku li ber avahiya navendê kom bûn, daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jina bi navê Kerîma Ebdulkerîm ji aliyê bijîşkê bi navê Esed Elî Şêxê ve hate tecawizkirin, piştre jî Şêxê ji bo ku kiryara xwe ya qirêj veşêre, ji kurê birayê xwe xwest ku bi Kerîma re bizewice û piştre wê berde. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî Kerîma hate zewicandan û berdan, birayê wê ku bi bûyerê dihese ew kuştiye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Kerîma bi destê desthiladariya zilam rastî destdirêjiyê hatiye û piştre jî dîsa bi destê desthiladariya zilam di bin navê “namûsê” de hatiye qetilkirin.
'Jin ne namûsa tu kesî ye'
Di daxuyaniyê de hate gotin ku jin ne namûsa tu kesiyê û wiha hate domandin:''Em wekî jin bi dengekî bilind dibêjin ku em namûsa xwe ne, em ne namûsa tu kesî ne. Zilam jinan tecawiz dikin û di bin navê namûsê de wan dikujin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.''
Di dawiya daxuyaniyê de kuştina Kerîma hate şermezarkirin û hate xwestin ku kujer û kesên têkiliya wan bi bûyerê re heye, bêne darizandin.
Li aliyê din Hêzên Asayîşê destnîşan kirin ku bijijkê Esed Şêxê ku destdirêjî kiriye, reviyaye Başûrê Kurdistanê.
(zt)

