Di Mala weşanê ya Êlihê de 4 pirtûkên nû
13:33
JINHA
ÊLIH – Mala Weşanê ya Êlihê di 16’ê gulana 2013’an de dest bi xebatên xweyê weşanê kiriye. Heta niha 8 pirtûk ji weşanxaneyê derketiye û gihaye ber destê xwendekarên xwe. Di vê dema dawî de jî 4 pirtûk nû derketin û gihiştin ber destê pirtûk hezan.
Mala Weşanê ya Êlihê di 16’ê gulana 2013’an de dest bi xebatên xweyê weşanê kiriye. Heta niha 8 pirtûk ji weşanxaneyê derketiye û gihaye ber destê xwendekarên xwe. Pirtûka binavê “Gotin û Nivîsandin” ya Prof. Dr. Şahmus Guzel, pirtûka bi navê “Jiyana Qurmiçandî” û “Li Êlihê Cînayetên kur” yên Nîhat Ekîncî û pirtûka bi navê “Hebûn û Mafên Kurdan” ya Hasan Erîzen hatine çapkirin û niha di pirtûkxaneyêdenin. Niha jî du pirtûkên çîrokan yên bi navê “Destdayîna Jiyanê” û “Hêro” yên Dr. Ayhan Kavak û du pirtûkên çîrokan yên bi navê “Baxçê Gulan yê bisitirî” ya Muhlîs Bakay û “Pendên Kurdî” ya Elî Kolo di refên pirtûkxaneyan de hatin bi cîh kirin.
(zt)

