Şîret, tabuyên kevneşopî û têgeha nesîhetê didarizîne!

15:49

 


Hazal PEKER/Zehra DOGAN- JINHA


AMED – Derhênera  lîstika Şanoya bi navê Şîret  Rûgeş Kirici ku têgehên ‘namus-şîret-jin’ bûye tabuyek lêpirsîn dike,  dibêje, “Heye bi vê listîkî em tiştekî neguherînin lê em em dixwazin bila canê mirovan biêşîn e! Bila di ser û dile mirovan de tiştek bihêle. Ji her sed zilaman heştêye wî ji têgeha namusê re bersiva ‘jin’ dide. Di civakekê ku vê bersivî dide de, bi listîkekê pirsgirêk nayê çareserkirin. Lê em dikarin vê mejiyî bidin darizandin.”


 


Her çiqas tê îdîakirin ku ‘miriye’ jî, şano li ser rexnekirina pirsgirêkên civakî bandoreke mezin dike. Kuştinên toreyê ya sedsalan e didome, wek lîstîka şanoyê bidestxistin, girîngiyek mezin a şanoya femînist û polîtîk heye. Di salên dawî de mijarên tundiya li ser jinê, di şanoyan de tê bikaranîn. Ji lîstikvanên şanoya ‘Şîret’ ku dê di meha gulanê de li Navenda Çanda Cegerxwîn bê listîn, Rûgeş Kirici, diyar kir ku ji bo pîvana pêşketina civakekê, li nasnameya hunera wê tê nihêrtin. Rûgeş, da zanîn ku aliyê entelektuel ê şanoyê jî pêşketî ye. Rûgeş anî ziman ku ji ber vê yekê ye ew mijarên polîtîk digirin dest û zêdetir giraniyê didin ser pirsgirêkên civakî. Lîstika şanoya bi navê Şîret a Navenda Çanda Mezopotamyayê ku dê di 4’ê gûlanê de li Amedê derkeve ser dike, şanoyek polîtîk e, rexne li  pergala xelet a di nava civakê de xwe ferz dibîne, dike. Di lîstika Şîret ku Rûgeş Kirici û Omer Şahîn dilîzin de, balê dikşînin ser jina ku di nava jiyana civakî de rastî bûyeran tê. Lîstîka ku di erdnîgariya em tê de dijîn de pirsgirêkên jinan ên di nava civakê de dijîn dinirxîne û pêşniyara ku li jinan jî tê kirin jî, di esasê xwe de versiyoneke din a mirinê ye,  ji serî heta binî bi kurdî ye.  Lîstika ku di bingehê de li ser mijarên wekê mirin, jiyan, xwekuştin, pere, namus  û têkiliya jin-zilam disekine, balê dikşîne ser birînên civakî, ji kesan re jî di nava xwe de bikeve nava lêpirsînê bingeh amade dike. Lîstika ku ji hêla Sedat Bariş ve hatiye nivîsandin, derhêneriya wê jî Rugeş Kirici dike.Lîstika ku efektên dîtbarî jî hatiye bikaranîn, ji aliyê Rezan Bayram û Tahsîn Ozmen ve tê montajkirin. Berpirsyarê teknîkê jî, Veysel Eren e.


Em bi derhêner û lîstikvana Şanoyê Rûgeş Kirici û lîstikvan Omer Şahîn re, derbarê şanoya Şîret û têkiliya navbêra civak û şanoyê de axivîn.


-          Hûnê bi lîstika Şîret derkevin pêşberî temaşevanan. Pêşî hûn dikarin   ji me re bêjin ka peyva ‘şîret’ tê çi wateyê?


Rûgeş: Şîret, peyveke bi kurdî ye, tê wateya nesîhetê. Her wiha navê karaktera lîstika me ye jî. Em di vê lîstika xwe de, şîret nakin, lê ji kesên şîret dikin re jî dixwazin tiştek bêjin. Em dê bi lîstika ‘Şîret’ ê re, têgeha şîretê ya kevneşopî bidarizînin. Sedemên cînayetên jinan ên di çapemeniyê de derdikevin, eşkere bikin, hindik be jî fikirandinek çêbikin.


Omer: Lîstika ‘Şîret’, lîstikeke kevn e. Werdigerînin ser roja îro û dilîzin. Em ê nîşan bidin ku bi şîretan çi tê serê mirovan. Em dê hikumkirina kevneşopiyan a li ser jiyana jinan, bidarizînin. Em dê bibînin ku tiştên ku wek başiya jinan xuya dike, di esasê xwe de jinan dikşîne mirinê. Em nikarin bi vê listîkê tiştek biguherînin, lê em dê ji gel re cidîbûn û girîngiya vê pirsgirêkê ragihînin. Temaşevan dema vê lîstikî temaşe bikin, dê naveroka pirsgirêkê pirsyarî bikin.


-          Nivîskar vê ji serpêhatiyek rast girt, an jî bi giştî tengasiya jinekê ku jiyaye wek çavdêrî daye naskirin?


Rûgeş: Nivîskarê listîkê Sedat Bariş e. Serpêhatiya dotmama wî bandorê li ser wî kiriye. Diyar kir ku piştî xwekuştina dotmama wî, mijarek wiha girtiye dest. Lê bi giştî ji xwe bûyerên wiha derdora me diqewimin. Mijara listîkê bi temamî ji serpêhatiya dotmama xwe ne nivisandiye. Nivîskar, bûyera li ser wî bandor kiriye, pirsgirêkên hevpar ê gelek jinan girtiye dest û xwestiye listîkek wiha binvîse. Ji ber vê yekê ev serpêhatiyek rast e. Di esasê xwe de serpêhatiya hemû jnan e.


Omer: Lîstikên Sedat Bariş her tim xweşa min çûne. Ji ber ku lîstîkên wî mexdûran nivîsîne. Her du karaktêr jî trajîk in, lê rewşa wan pêkenî ye. Em dê di vê lîstîkê de rewşa trajîk a jinê hildin dest û bi rastî kesên vê lîstîkê temaşe bike, hem dê xemgîn bibe û hem jî bikene. Em dê rewşa mirovên herêmê vebêjin. Ji ber vê yekê dê temaşavan xwe di nava vê listîkê de bibînin. Bi kurtasî em dê jiyana temaşavanan li ser dikê nîşanî wan bidin.


 Rûgeş: Karaktêrek lîstîkê jî, etarok in. Jixwe tê zanîn ku etarok pir pêkenî ne. Pir bi xeberdan û lefezan in. Li gundan hê jî etarok hene. Her çiqas hindik mabin jî. Mesela etarok tama zarokatiya min in. Tiştan dikirin û difroşin,di têkiliya di navbera gund û bajaran de, wek qasid in. Zarokatiya xwe bibîr tînim. Hiriyên belav dibûn me kom dikir, dida etarok. Wî jî, toqeyeke biçûk dida. Ew toqe ji bo me pir bi qîmet bû. Bi kurtasî etaroka li vir jî, etarokek wisa ye. Ji bo mirovên herêmê, cihê etarok cihekî girîng e.


-          Li gorî we, dê ev lîstik bandoreke çawa li hêza şanoyê ya ku hewl dide gel pirsyarî bike û guhertina civakê bike?


Rûgeş: Mirov nikare tesîra hunerê ya li ser guhertin û veguhertinê ji nedîtî ve bê. Pîvana pêşketinê ya civakek, mirov dikare li nasnameya hunerê binhêre û fam bike. Şano wekî hunerek, tesîreke girîng li pêkanîna guhertin û veguherînê dike. Aliyê entelektuel ê şanoyê, gelek pêşketî ye. Em jî, mijarên polîtîk dinirxînin. Em girîngiyê didin nirxandina pirsgirêkên civakî. Şano, qabîliyeta pirsyarîkirinê dide gel. Em nikarin mijarên civakî li vir çareser bikin. Lê em dikarin ancax li vir nîşan bidin. Ger ku pêwîst bike mirov ji bo vê lîstikê dikare bêje ku em li vir, li çareseriyê nagerin. Bi taybetî ji bo Tirkiyê dibêjim, li welatekî ku rojê bi nîvekî pênc jin lê tên kuştin, dîtina çareseriyê gelek zehmet e. Û jinên ku tên kuştin, ji aliyê xizmên xwe ve tên kuştin. Ez fam nakim ku bira, zarok, hevserê mirov çawa dikare li nav çavên jinê binhêre û ji bo têgeha namûsê wê bikuje. Ji xwe êşa herî mezin a jinê, kuştina wê ya ji aliyê xizmek wê ve ye. Di nav deh salên dawî de, di kuştinên jinan de ji sedî hezar û 400 qat zêdebûn çêbûye. Dibe ku niha dema em rûdinên jî, jinek hatibe kuştin. Dibe ku em nikaribin bi vê lîstikê tiştekî çareser bikin, lê em dixwazin canê mirovan biêşînin! Em dixwazin ku di dil û mêjiyê mirovan de, tiştekî bihêle. Dema ez karakterê dilîzim jî, xwîna min disekine. Hê jî, ji sedî 80’yê zilaman, ji bo têgeha namûsê, bersiva ‘jin’ dide. Di nav civakeke ku vê bersivê dide de jî, helbet bi lîstikeke pirsgirêk çareser nabe. Lê em dikarin vê ferasetê pirsyarî bikin.


Omer:  Di mîsyona şanoger de, ji çareserkirinê zêdetir, deşîfrekirin heye. Ser mijarên ku civak nikare biaxive, heye. Mînak, kuştinên jinan e. Mîsyona me, pirsyarîkirina van mirinan û dayîna pirsyarîkirinê ye. Hunermend pirsyarî dike û vêya nîşanî gel dide. Em di aliyê aşkerakirina bûyeran de, ji xwe destpê dikin. Ji ber ku, em ji nav gel tên. Û tiştê ku di vê bûyerê de heye, di nav malbata xwe û derdora xwe de gelek caran dibînim. Em jî heman êşê dikşînin. Em dixwazin ji binî ve li ser vê bûyerê rawestin. Em siyasetmedar nînin. Em wekî medyayê, pirsgirêkan deşîfre dikin û hewl didin ku bala siyasetmedaran bikşînin ser bûyeran. Di heman demê de, em hewl didin berê civakê bidin hişyarbûnê.


-          Dara xwestekan a di dekora we de, di heman demê de, sêdar e jî. Hûn wateyek çawa didin vêya?


Rûgeş: Ji ber ku di nav jinan de hêvî û têkçûn ketine nav hev, me dekoreke wiha bijart. Dara di dekorê de, mirinê temsîl dike. Dara li wir, kişandina ber bi bêhêvîtiyê ye. Wateya dekorê, wiha ye. Karakter, destpêkê tê û daxwazên xwe yên başîtiyê dike, lê piştre xwe li heman darê, daldiqîne.


-          Di heman demê de derhênera lîstikê, jinek e, yanê Rûgeş Kirici ye. Di şanoya kurd de derhêneriya bi nasnameya kurd, zehmet e?


Rûgeş: Bi rastî zehmet nîne, lê hê jî tehamul nakin ku jin tevlî şanoyê bibe. Ev pirsgirêk gelek caran derdikeve pêşiya me. Dema jin lîstikê binvîse û derhêneriya wê bike, ev di şanoya kurd de zêde hêsan nabe. Tevlîbûna di vê qadê de, gelek bi sînor e. Lê divê di şanoya kurd de, mirov pirsyarî bike ka çima jin di şanoyê de nîne. Ez hêvîdar im ku tevlîbûna jinê dê zêde bibe. Sedemên tevlînebûyîna jinê ya li şanoyê jî hene. Pirsgirêkên ji ber jinbûyînê derdikevin holê hene. Gelek zehmet e ku di karûbarên hunerî de xwe îspat bike. Nêrîna li hemberî jinê, gelek hişk û bêrehm e. Em jinan zêdetir wekî lîstikvan dibînin, lê di aliyê derhênerî û qadeke din de, em kêmtir dibînin. Em di aliyê tevlîkirina jinan a li şanoyê de bê hêvî nînin. Bingeha vêya hatiye avakirin. Di civakeke ku çûyîna jinê ya dibistanê jî ewqas zehmet e de, em behsa tevlîkirina wê ya li şanoyê dikin. Lê ev pêşketin, her ku biçe, dê bihêztir bibe û jinên me dê bikaribin zêdetir bi hêsanî xwe di qadeke hûnerê de bîne ziman.


-          Lîstika ku li ser pirsgirêkên jinan tê vegotin û ji hêla jinek derhenêr ve tê pêşandan hîseke çawa ye?


 Rûgeş: Bi hîskirinê… Di hin sahneyên lîstikê de ez digirîm. Ji van lîstikan wekî jinekî ez bi bandor dibim û wekî ku min jiyîbe dileyzim. Ji bilî ku mirov weke jinek an zilamek binhêre, pêwîst e mirov wekî jiyaye û fêm bike binhêre rasttir e. Wekî jineke li derdora min mînakên wisa gelek in, ji ber vê yekê dema ku ez li sahnê lîstikê didim pêşandan, bêhtir bi bandor dibim.


-          Di lîstikê de hûn ji efektên bi dîmen jî sûdê werdigirin, ji ber çi we pêwîstî bi vê yekî dît?


 Omer: Me xwest li pişt dîmenek hebe. Em difikirin ku bijartineke wisa rast e. Me xwest dîmenên li pişt lîstika me têr bike. Bi pêşandanek wisa lîstika me temam dibe. Ez teknolojiyê xelat dibînim. Em hewl didin ku bi bikaranîna teknolojiyê, cidiyeta lîstikê nîşanî temaşevanan bidin. Tenê em nahêlin efekt û dîmen bi pêşiya listika me bikeve. Dema ku ev hevsengî bê girtin, dîmen efekt û lîstik hev temam dikin.


-          Dê promiyera lîstika we ya şanoyê kengî bê lidarxistin?


Mîhrîcana Şanoyên Amedê di navbera 29’ê nîsanê û 6’ê gulanê de ye. Di çarçoveya vê mihrîcanê de, emê di 4’ê gulanê de di saet 20:00’an de lîstika xwe pêşkeş bikin. Em hemû gel vedixwînin lîstikê.


 


Piştî ku di 13’ê gulanê de em ji bo xwendevanên Zanîngeha Dîcleyê li Navenda Çanda Ciwanan a Cigerxwîn lîstikê lidar bixin, emê bernameya xwe ya turneyê jî diyar bikin. Em planên ku lîstika Şîret li gelek navçeyan bidin pêşandan. Ji bo keda hemû kesî û xwendevanên Gêl’ê em spasiyên xwe tînin ziman.


 Rûgeş Kirici ki ye?


 Hem derhêner û hem jî listikvana lîstika bi navê Şîret e. Rûgeş Kirici 14 sal e bi karê şanoyê re mijûl dibe. Li navenda Çanda Mezopotamyayê 8 sal e ku lîstikên bi kurdî amade dike û her wiha lîstikvana gelek rêzefîlm û sînemayan e.


 Omer Şahîn ki ye?


 Omer Şahîn ê di lîstika Şîret de dilîze, 15 sal in bi şanoyê re mijûl dibe. Li Navenda Çanda Cigerxwînê perwerdehiya şanoyê dide û her wiha lîstikvanê rêzefîlm û sînemayê ye.


Wêne- Kamera: Hazal PEKER


(zd-hp/xo)