Birsen: Emê li gel meclisên xwe şeredariyê bi rêve bibin
15:29
JINHA
AMED – Şaredariya Rezan bi civînekê li gel meclisên taxan hatin bahev. Di civînê de Hevşaredara Rezan Bîrsane Kaya Akat axivî. Bîrsen diyar kir ku dê li gel meclisên taxan bi hev re şaredariyê bi rêve bibin.
Piştî hilbijartinên herêmiyên 30’ê Adarê cara yekem Şaredariya BDP’ê ya Rezan bi meclirsên taxan re hatin bahev û civînek li darxistin. Civîn li Salona Konferansê ya Şaredariya Rezan hat li darxistin. Di civînê de Hevşaredara Rezan Bîrsane Kaya Akat, hevserokên BDP’ê yên navçeya Rezan Nezahat Ulker û Ehmed Gezen li gel rêveberên BDP’ê û endamên meclisên taxan amadebûn. Di civînê de Hevşaredara Rezan Bîrsane Kaya Akat axivî. Bîrsen di despêka axaftina xwe de sipasiya her kesên ku keda wan di hilbijartinan de derbasbûne û got: “Kedek we ya mezin heye. Hun ji me zêdetir xebitîne. Ji ber vê jî despêkê em sipasiya jinan dikin. Emê li gel meclisên xwe yên taxan bibin yek û bi hev re bixebitin. Kîjan taxên me pêdiviya wan bi çî heye emê li gel rêveberên meclisên taxan runin û bi hev re projeyan derxin û bi hev re bêxin meriyetê.”
(zt)

