Fatma çêkirina berikan hînî ciwanan dike
09:00
Bêrîvan Sumer / JINHA
WAN – Fatma Kipçak ya kul i navçeya Şaxê ya Wanê jiyan dike diyar kir kul i gel xwendin û nivîsîna wê neyî bi salane karê çêkirina berikan dike. Fatma da zanîn ku ji bo çêkirina berikan wendanebe, ew wî karî nîşanî jinên ciwan dide.
Fatma Kipçak destnîşan kir ku ji bo ev karê çêkirina berikan berdewam bike û ji nifş derbazîn nifşên nû bibe ew vî karî didomîne. Fatma anî ziman ku ev 5 sale ew vî karî dike û xwe di vî karî de baş hîs dike. Fatma bilêv kir ku ji ber kêm derfetiyan ew pir nikarin karê xwe berfireh bikin, lê vê qasa kul i gora derfetên xweyên heyî dike jî xwe rehet hîs dike, ji ber ji vî karê xwe pir hes dike.
‘Tenê kêmaniya me ji neyînêye’
Fatma balkişand li ser zoriya karê xwe û wiha got: “Heger derfetên min hebin ezê di karê xwe de tiştên hêj xweşiktir derxînim. Ez dixwazim ev kevneşopiye berdewam bike. Dema ku em vî karî dikin bêgoman em zoriyên mejin dijîn. Bê guman zorî ne di kirina kardene, zorî di kêmderfetiyan dene.”
‘Ez dixwazim vî karê xwe yê çêkirina berikan hînî nifşê nû bikim’
Fatma anî ziman ku jinên berê pir xweş vî karê çêkirina barikan dikirin, lê divê ev kar bê nîşandayîna jinên ciwan jî û wiha domand: “Ez dixwazim nifşê nû jî hînî karê çêkirina berikan bikim. Divê ev çanda dewlemend neyê wenda kirin. Divê çandên dîrokî wenda nebin û ji aliyê me ve derbazî nifşê nû bibe. Berê de jinên bit emen mezin vî karî pir baş dikirin. Paşê jî me berdewam kir û em niha vî karî dikin. “ Fatma di dawiyê de jî balkişand li ser awayê çêkirina berikan û bi karanîna dermanên têde dixebitînin her wiha li gel vê jî bê derfetiya wan ya ji neyînê çêdikin û wiha berdewam kir: “Em despêkê deziyê xwe dişon ziwa dikin ba didin û lig ora wê derman dikin. Lig ora wê jî bi bawayê li hevhatî em berikan çêdikin.”
(zt)

