Di Suluklu Han a dîrokî de xebata hevbeş
09:14
Asiye Tekin-Derya Ceylan/JINHA
AMED – Kafeya Suluklu Han yek ji kafeyên Amedê ya ku xwediyê dîrokek kevnareye. Xebatkara kafeyê Gulseren Akkum girêdayî xebatên xweyên kafeyê axivî û got: “Suluklu Han netenê kafeyeke her wiha ciheke ku em xwe têde îfade dikin û xeyalên xwe yên zarokatiyê zindîkin. Em li perdeyên Amedê yên dîroki ynê mîna muzayîkan digerin “
Kafeya Suluklu Han di sala 1683’an de ji aliyê Mehmud Çelebî û xwişka wî Atîke Xatun ve hatiye avakirin. Ji sala 2008’an ve jî kafe bi hevpariya 10 kesan berdewam dike. Hevgirtina xebatkarên kafeyê ji 5 jin û 5 mêran pêktê û bi karparvekirinek wekhev dixebitin. Berprisa beşa pirtûkan ya kafeya Suluklu Hanê Gulseren Akkum diyar kir ku kafeya di aliyê dîroka Amedê de xwediyê cihekî giringe her roj ji sedan mêvanên xwe re malavahiyê dike. Gulseren da zanîn ku ji ber wan ji hevbeşiya komunê bawerkiriye, ji ber wê jî dest bi xebata nava vê kafeyê kirine û wiha got: “Di aliyekê de jî jiyana komînê dide nîşandan. Karê ku em li vê kafeyê dikin xeyalê min û hevalên min yê zarokatiyêbûye, em niha bi rastî jî tînin cîh. Di sala 1990’an de min li gel hevalên xwe yên zarokatiyê li Amedê me bi navê ‘Kuçe’ pirtûkxaneyek avakir. Lê ji berk u em xwendekarbûn me nekarî me baş vî karî birêve bibin. Lê niha din ava kafeyê de me xeyalê xweyê zarokatiyê anî cîh û din ava kafeyê de pirtukxaneyek vekir.”
Li hemberî zoriyan tekoşîna hevbeş
Gilseren destnîşan kir k u ew di kafeyê de 5 jin û 5 mêr bi giştî 10 kes bi hevkariyek ya karbeşiyê dixebitin û wiha domand: “Em li hemberî zoriyan bi hev re dixebitin.” Gulseren balikişand li ser ji malê derketina jinên Amedê û wiha berdewam kir: “Jinên Amedê hîn bûne ji malê derkevin, hînî tevlî herêmên civakîbûnê bûne û hînî tevlîbûna jiyanê bûne.”
‘Em li perdeya bajêr ya veşartî mayî digerin’
Gulseren anî ziman ku ji ber şarê li herêmê tê meşandin û tayîbetî jî di salên 1990’an de Amed weke xirabeyan lêhatiye û wiha axivî: “Me bêriya halê Amedê yê berê kiriye.” Gulserern bilêv kir ku êdî Amde vedigere halê xwe yê berê û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Kafeya Suluklu Han ne tenê weke kafeyekê ye di heman demê de cihê kum e xeyalên zarokatiya xwe lê jiyaye û me xwe di navê de dîtiye. Em li vê derê her tiştî ji nû de avadikin.”
‘armanca me hilberîne’
Gulseren diyar kir ku ew karên xwe û hilberîna nava kafeyê bi awayê çand û hunerê dikin û bi şêweyê atolyeyan birêxistin dikin. Gulseren da zanîn ku kêmekbe jî wan di herêma çandê de rolek girtine ser milê xwe û bi awayekî hevbeş karê xwe birêve dibin.
(zt)

