Jinên Edeneyê: Bila 1’ê Gulanê hemû jinên kedkar li qadanbin!
10:26
Ozlem Akın – Tekoşin Tekin / JINHA
EDENE – Li Edeneyê jinên k udi sektorên cuda de dixebitin, gelek ji wan neçarin ku di 1’ê Gulandê Roja Karkerên Cîhanê de jî bixebitin û gelek ji wan jî bo wê rojê dakevin qadan xwe amade dikin. Jinan diyar kirin ku dê di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û gotin: “Emê li hemberî cînayetên jinan, newkheviya heyî, ji bo kareke wekhev û girtina muçeyek wekehev weke karkerê jin li qadanbin.”
Weke hemû rojên tayîbetyên di dîrokê de heyîn çawa bi bedelên giran bûne rojên tayîbet, bê guman 1’ê Gulanê jî xwediyê dîrokek ya berxwedanêye û di wê rojê de bedelên giran hatine dan. Din ava demê de ji bo 1’ê Gulanê bibe Roja Karkerên Cîhanê taleb hatine kirin. Ev taleb nahat qejirandin bi berxwedan, ked û bedelên mezin ev roj hat pejirandin. Ji ber wê jî Roja 1’ê Gulanê weke roja serhildana karkeran ya li hember pregala mijokdar tê nasîn. Ev roj lig elek welatan weke roja betlaneya fermî hatiye pejirandin, lê hîna lig elek welatan jî ev roj weke betlaneya fermî nehatiye pejirandin. Li hinek welatên weke Tirkiyê jî hîna dema ku karker wê rojê ne xebitin ji karê xwebimînin rastî cezayên weke ji kar avêtin û kêmkirina muçeyan tên. Her çendî kul i Tirkiyê di sala 2009’an de 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî hetibe îlankirin jî lê hîna îsal jî karkerên jin yên di wê rojê de dixebitin hene. Jinên k udi sektorên kar yên ku hişmendiya mêrane di wan sektoran de serdetse bang li hemû jinan kirin ji bo Roja 1’ê Gulanê dakevin qadan û mafê xwe bixwazin û wiha gotin: “Emê li hemberî cînayetên jinan, newkheviya heyî, ji bo kareke wekhev û girtina muçeyek wekehev weke karkerê jin li qadanbin.”
‘Ji bok eda me bê dîtin emê li qadan bin’
Derya Adanali ya ku 3 salin di dermanxaneyê de dixebite diyar kir ku ew din ava jiyana kar de gelek caran bi gelek zoriyan re ru bir u maye û wiha domand: “Şideta kum in hem din ava kar de, hem ji hevalên xwe yên kar û hem jî ji petronê xwe dîtî nayê gotin. Bi xwe jiyan kirin û ji wan kirinan re şahidî kirin hestekî cudaye.” Deriya balişand li ser nêzîkatiya civakê ya mezin dîtina mêran û wiha berdewam kir: “Din ava civakê de weke ku divê her dem jin yên êşê bikêşin û yên teslîmî mêran bên kirinbin. Ev hêza ku civak didin mêran li cihê kar jî heta dawiyê dide meşandin.” Deriya anî ziman kul i gorî 1’ê Gulanê Cejna Karkerane û divê hemû karker wê rojê di betlanê debin, lê li gel me tenê yên qadiro wê rojê li betlaneyêne û yên dinê jî di nava kardenin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Weke jinek karker roja 1’ê Gulanê roja ku em li mafê xwe bipirsine. Ji bok eda me bê dîtin divê em di 1’ê Gulanê de li qadanbin. Em jin bi sedan sale tên perçiqandin, şidetê dibînin, keda me nayê dîtin û weke cinsê duyemîn tên dîtin û neçarî vê jiyanê bêş hatîn kirin. Emê bi duruşma ‘Karê wekhev û muçeyê wekhev’ li qadan biqêrin. Divê ji bo rakirina şideta heyî, newkeheviyê, zayenditiyê û zordariya heyî di1’ê Gulanê de em li qadanbin.”
‘Bila kes nebêjin zarokên min hene hemû jin dakevin qadan…’
Selda Katkay jî diyar kir ku we dayîka 2 zarokane û jina malêye. Selda da zanîn ku keda jinên nava malê de dixebitin nayê dîtin. Selda bang li hemû jinan kir ji bo ku 1’ê Gulanê dakevin qadan û wiha got: “Emê jî weke kedkarên nava malê di 1’ê Gulanê de dakevin qadan û mafê xwe bixwazin. Ji ber herî zêde keda me nayê dîtin. Karên weke paqijiya nava malê û li zarokan nêrîn weke kar nayê dîtin û li hemberî wê tu tiştek nîne. Ne sîgorta û ne jî tu tiştek nîne. Bila jin nebêjin ‘ez jina malê me zarokên min hene.’ Bila hemû jin dakevin qadan û emê li mafê xwe bigerin.” Mamostaya Wêjeyê Şengul Erdem jî di 1’ê Gulanê de daketina karkeran û tayîbetî jî daketina jinan ya qadan girîng dît û wiha domand: “Divê tayîbetî jî jin di 1’ê Gulanê de li qadanbin û ji bo bidestxistina mafê xwe biqêrin. Ji berk u yên herî darbeyan dibînin emin. Bi tayîbetî jî demên ducanîbûna jinan û mêjandina zarokan weke dezawantaj tên dîtin. Bê goman ji bo weke kedkare em li mafê xwe bigerin emê li qadanbin.”
‘Di 1’ê Gulanê de jî ez li karbim’
Gulşah Koyez ya dayîka 3 zarokan û di postaxaneyekê de firaxan dişo jî diyar kir ku tucarî jinan beranberî keda xwe muçeyekî maf kiriye negirtine. Gulşah anî ziman k udi roja 1’ê Gulanê de jî dê bixebite û wiha got: “Ez rojê 12 saetan dixebitim û dem dem rastî zoriyên mezin têm. 1’ê Gulanê tenê ji bo yên fermî dixebitin betlaneye. Ji ber vê jî ez neçarim ku wê rojê bixebitim.” Îman Eli ya ku weke karkera tekstîlê dixebite û berî niha 6 mehan ji ber sedemên şer ji Suriyê hatî jî destnîşan kir kul i Tirkiyê kar kirin gelek zore û wiha domand: “Şert û mercên kar gelek zorin, saetên kar jî gelek zêdene û muçe jî gelek kême. Li vêderê her çiqasî jin û mêr bi hev re heman karî bikin jî lê bi hev re heman muçeyî nagirin ûher dem muçeyê jinan ji yê mêran kêmtire.” Îman anî ziman ku dê weke karkerek jin roja 1’ê Gulanê bixebite û wê gelek di xwest weke karkerek jin wê rojê li qadan bana.
(zt)

