‘Yên ku qirkirina Ermeniyan û Roboskiyê kirin heman hişmendiye’

12:31

Pelin İktueren / JINHA


İZMİR – Aktîvîstê “Atolyeya Îzmîrê ya Hevrubûna sedsalan” Ziya Dînçsoy diyar kir ku armanca wan ewe k udi dîroka Tirkiyê de qirkirinên hatine jiyan kirin bi dîroka rastî er binîn berhev û got: “Di sala 1909’an de qerkirina Edeneyê, di sala 1915’an de qirkirina Ermeniyan bi destê dewletê, di sala 2011’an de Roboskî û herdem hişmendiyek ya dewletê ya êrîşkar û bombebarankirinê heye.” Ziya da zanîn ku divê bi navê demukratîkbûn û azadbûyînê bi qirkirinên hatine jiyan kirin re hevrubûnek bê çêkirin.


Dîroka Tirkiyeyê bi qirikirinan dagirtiye. Ji bo qirkirinên hatine jiyan kirin û mirovên di wan qirkirinan de hatine qetilkirinin pêdivî pênîne ku em gelek dur biçin, ji xwe bi têrî di dîrokên nêz de hene û yên ku hîna birîna birînên wan vekirî û dinalin hene. Ev qirkirin nîna rojevê û li ser pêşxistina nîqaşan jî parçeyek ji encama tekoşîna hatî jiyankirine. Yek ji qirkirina herî bi êş jî di 24’ê nîsana sala 1915’an de qirkirina Ermeniyane.  Atolyeya Îzmîrê ya Hevrubûna sed salan ya ku 2 salin xebatên xwe birêvedibin, ji mirovên xwediyê hişmendiyên bûyerên dîrokî bi awayên cuda nirxandinê pêktê. Ziya wiha axivî: “Armanca me ya bingehîn jî lêpirsîna dîroka tariya Cumhuriyetê ya ferimiye.” Ziya da zanîn ku di vê sed salê de qirkirina herî mezin qirkirina Ermeniyan tê pejirandin. Ziya destnîşan kir ku wan li Îzmirê û Stenbolê civînên hevrubûnê yên girêdayî qirkirina Ermeniyan li darxistine.


‘Derdê me derxistina derewên dîroka fermîne’   


Ziya wiha axivî: “Derdê mey ê bingehîn dîroka îdeolojiyê ya nerast û derxistina derewên wê dîrokêne.” Ziya avakirina dîrokek alternatîf giring dît û wiha got: “Divê bi belgekirina her tiştî hebe, ji berveyî wê derdek yê mey ê qirika belgeyan girtinê nîne.”


‘Qirkirina nijadî têgihike bi qirkirina Ermeniyan re derketiye’


Ziya anî ziman ku yek ji sedemên sereke yê hevrubûna sed salan jî carekedinê raxistina berçavan ya qirkirina Ermeniyan û di binhişiya mirovan de zindîgirtina wêye û wiha domand: “Bi çavê xwe dîtin, bi xwe jiyan kirin û li gora belgeyên fermî nivîsîn û lênêrîn cudaye. Navê wê çî dibe bila bibe di encamê de qirkirinek ya ku mirovan jiyan kirî heye.” Ziya balikişand li ser dîroka derketina têgiha qirkirina nijadî û diyar kir ku ev têgirt bi “Qirkirina Ermeniyan’ re derketiye û wiha tê pejirandin û got: “Di sala 1948’an de Raphael Lemkin têgiha ‘Qirkirina nijadî’ bikar aniye. Her wiha ji wê baş tê zanîn ku ev têgih bi sedema qirkirina Ermeniyan hatiye xebitandin. Di sala 1909’an de qerkirina Edeneyê, di sala 1915’an de qirkirina Ermeniyan bi destê dewletê, di sala 2011’an de Roboskî û herdem hişmendiyek ya dewletê ya êrîşkar û bombebarankirinê heye.” Ziya da zanîn ku divê bi navê demukratîkbûn û azadbûyînê bi qirkirinên hatine jiyan kirin re hevrubûnek bê çêkirin. “Yên qirkirina Roboskî kirin û paşê jî kujreên ew qirkirin  kirî pîroz kirî jî dewlet bi xweye.”


‘Ji hişê me zêdetir tu çekên me nîne’


 Ziya anî ziman k udi çalakiyên qirkirinê yê polîtîk yên cuda de dê mirov zêdetir beşdarî bibin û wiha domand: “Kesên ku xwe demokrat, misilman û sosyalîst dizanin bila bên tevlî çalakiyên ji bo bîranîna qirkirinê bibin û li wê hevdengbûyîn gelek giringe.”


Ziya balkişand li ser qirkirinên hatine kirin û li ser wan hatine girtin kir û wiha berdewam kir: “Em hewil didin gelên qedîm yên li ser vê erdnîgariyê û bi awayên cuda hatine qetilkirin bidîn diyar kirin. Sala derbasbûyî me bîranîna 24’ê Nîsanê li bajarên weke Stenbol, Enqere, Îzmîr, Dêrsim, Edene û gelek bajarên cuda de bi çalakiyên cuda kir. Divê ev bûranînane bên kirin, kirina wan bi serê xwe xwediyê giringiyekî mezine. Di dîroka Cumhuriyeta Tirkiyê de çalakiyên herî ‘marjînal’ bîranînên qirkirinanin. Emê bi îsrar van bîranîn û çalakiyan berdewambikin.”


Dê bîranîna qirkirina Ermeniyan 24’ê Nîsanê roja pêşemê saet di 18.30’an de li ber deriyê Fuar Basmane yê bê kirin.


(zt)