Îro ‘23’ê Nîsanê’ Cejna Zarokên dixebitin!

13:27

JINHA


WAN – Li tirkiyê îro weke roja zarokan hatiye pejirandin, lê bi milyonan karkerên zarok ji neçarî dixebitin û di ferqa vê rojê de nînin.


Li Tirkiyê 23’ê Nîsanê weke cejna zarokan hatiye pejirandin, lê mixabin di vê rojê de jî bi milyonan zarok neçarin k udi nava kolanande dixebitin û wiha debara jiyana xwe dikin. Zarokên Wanê jî îro cejna zarokan di kolanan de dixebitin. Zarok li kolanan selpakan û şekirê pembû difiroşin, solan boya dikin û weke hemû rojan îro jî neçarin dixebitin û vê cejnê weke cejna xwe nabînin. Zarokê 10 sali yê bi navê Ehmed di demê xwe yê naçe dibistanê de selpakan difiroşe girêdayî vê rojê û cejna zarokan nêrînê xwe wiha anî ziman: “Hefer îro cejna mebûye emê jî din ava wan zarokan de li pîrozbahiyêbana, lê em neçarin ku bixebirin.”


‘Em weke zarokên dinê ne bi şansin’


Zarokekî dinê 10 sali yê bi navê Ebubekîr yê kul i qada pîrozbahiya zarokan ya cejna 23’ê yê Nîsanê şekirê pembû difiroşe jî got: “Erê ve cejna meye lê em neçarin bixebinin. Em neçarin hem bixwînin û hem jî bixebitin. Em weke zarokên dinê ne bi şansin. Hunê me bidin TV yan  û bi ogtinên weke ‘ji bo zarokan tuştek nîne’ nûçeyan çêkin. Me weke mexdur bidin nîşandan. Em tenê dixwazin hinekî alîkarî bidin malbata xwe. Armanca me ewe k udi mala me de nan hebe û bê dîtin.”


Wêne: Seren SEZEN- Berivan SUMER


(zt)