Meclisa Zarokên Amedê: Em 23’ê Nîsanê nasnakin!
14:42
JINHA
AMED – Meclisa Zarokên Amedê diyar kirin ku ewê tucarî hevalên xweyên zarok yên weke Berkinan, Ceylanan, Uguran, Murat İzolan û bi hezaran zarokên hatine qetilkirin ji bir nekin. Zarokan dan zanîn ku ji ber qirkirin û qetilkirinên zarokan yên hatine jiyan kirin ew 23’ê yê Nîsanê Cejna Zarokan nasnakin. Zarokan destnîşan kirin ku 1’ê Hezîranê Cejna Zarokên Cîhanêye, ew weke Meclisa Zarokên Amedê wê rojê weke cejna xwe û hemû zarokan dipejirînin, giring dibînin û dê wê rojê pîroz bikin.
Meclisa Zarokên Amedê yên k udi biniya Serokatiya Dawîreya Xizmetên Civaki ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de xebatên xwe birêve dibin îro bi boneya Cejna Zarokan li Herêma Jiyanê ya Sumer parqê kombûn. Meclisa Zarokan dibin pêşengiya Hevserokên Meclisa Zarokan Evîn Kurşun û Arjen Altun de civiyan. 25 Endamên Meclisa Zarokan beşdarî kombûna zarokan bûn û di kombûna xwe de li ser mijarên şideta li ser zarokan, zarokên tên qetilkirin, tên avêtina girtîgihan sekinîn. Zarokan 1’ê Hezîranê Cejna Zarokên Cîhanêye, demokrasî û mafê mirovan jî nirxandin. Hevserokê Meclisa Zarokan Arjen Altun navê zarokên ji sala 1989’an heta niha hatîn qetilkirin xwend. Di derbarê qirkirinên zarokan de fikirên endamên Meclisa Zarokan hat girtin. Zarokan dan zanîn ku ji ber qirkirin û qetilkirinên zarokan yên hatine jiyan kirin ew 23’ê yê Nîsanê Cejna Zarokan nasnakin. Zarokan destnîşan kirin ku 1’ê Hezîranê Cejna Zarokên Cîhanêye, ew weke Meclisa Zarokên Amedê wê rojê weke cejna xwe û hemû zarokan dipejirînin, giring dibînin û dê wê rojê pîroz bikin.
‘23’ê yê Nîsanê ji bom e zarokan tuştekê îfade nake’
Piştî nirxandina madeyên rojevê li ser navê Meclisa Zarokên Amedê Narîn Sevîm encamname xwend. Narîn balkişand li ser mijarên şideta li ser zarokan, zarokên tên qetilkirin, tên avêtina girtîgihan sekinî û got: “Piştî nirxandinên me yên li ser van mijaran, 23’ê yê Nîsanê Cejna Zarokan ji bo me zarokan bê wateye û tuştekê îfede nake.”
(zt)

