Ji bo girtiyên nexweş 10 deqîqe çalakiya runiştinê
15:39
JINHA
AMED – Girêdayî rewşa giriyên nexweş ya ku her diçe giran dibe Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku bi sedan zarokên kurdan qetilkirin bi hezaran avêtin girtîgihan, ji b ovan zarokan rojek cejin nabe û got: “Hun rêzê ji mafê zarokan re nagirin qetil dikin û hesab jî ji qatîlan naxwazin.” Piştî daxuyaniyê ji bo girtiyên nexweş 10 deqiqeyan dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Ji aliyê Komeleya Şêwirmendi û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hukimxwaran ya Amedê (Diyar TUHAD –DER) ve bi armanca balê bikişîne li ser giranbûna rewşa girtiyên nexweş li ber derê Girtîgiha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hat dayîna çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêvebirên Diyar TUHAD –DER, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Meclîsa Dayîkên Aşktiyê û gelek xizmên wendayan amadebûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi sernivîsa “Dimirin êdî emê çiqas bêdeng bimînin” û wêneyên girtiyên nexweş hatibûn hildan. Di daxuyaniyê de dem dem duruşmên weke “ji bo girtiyan azadî bila girtîgih bên valakirin”, “Bijî Berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rometa mene” dihatin bilind kirin. Bi navê girseyê Seroka Diyar TUHAD –DER’ê Derya Us daxuyanî da. Deriya da zanîn ku ev ji salekê zêdetir pêvajoyek ya çareseriyê hatiye despêkirin, lê Serokwezîr tu bersivê nade û ji bo girtiyên nexweş yên rewşa wan giran tuştekê nake.
‘Temula zarokan li hemberî hişmendiya deshilatiyê nemaye’
Deriya balişand li ser rewşa girtiyên nexweş, dema dibin nexwşxanê di rê de li wan zoriyê dikin û dermanên şaş didin wan. Deriya destnîşan kir ku li cihê raporên weke “nikare di girtîgihê de bimîne” parotrên weke “tuştek yê wan nîne” didinê û wiha got: “Hikumeta AKP’ê ya ku Saziya Tiba Edilî raporên ‘nikare di girtîgihan de bimînin’ didin girtiyên nexweş yên rewşa wan giran, li cihê dîsan jî wan nexweşan di girtîgihê de dihêlin cardin rola 3 meyîmunan dilîzin.”
'Ev 44 rojin nahêlin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin metirsiyê çêdike'
Deriya ji ber kolana xendekan ketina girtiyên PKK û PAJK’ê ya gireva birçîbûnê jî bibîrxist û wiha domand: “Em weke Diyar TUHAD –DER’ê wê çalakiya girtiyan selam dikin. Em kolana xendekên îxanetê ya bi destê KDP’ê şermezar dikîn û wan şiyardikîn. Heger ev polîtîkaya KDP û AKP’ê ya qirêj berdewam bike dê girtî di girtîgihande û emê jî li derve çalakiyên xwe berdewam bikin.”
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku bi sedan zarokên kurdan qetilkirin bi hezaran avêtin girtîgihan, ji b ovan zarokan rojek cejin nabe û got: “Hun rêzê ji mafê zarokan re nagirin qetil dikin û hesab jî ji qatîlan naxwazin.”
Piştî daxuyaniyê ji bo girtiyên nexweş 10 deqiqeyan dest bi çalakiya runiştinê kirin.
(zt)

