Di qowîşên jinên girtî de lêgera bi heqaret!
08:43
JINHA
ÊLIH – Tundiya li ser girtiyên jin yên li Tîpa M ya Girtîgiha Êlihê dimînin berdewam dike. Di van demên dawî de leşkerên mêr dikevin qowîşên jinan û lêgerek bi heqaret û heta dawiyê bê usul dikin. Jinên girtî girtêdayî bûyerê serî li Serdozgeriya Komarê dabûn lê serlêdana wan bê encam ma.
Girtiyên jin yên li Girtîgiha Tîpa M ya Sergirti ya Êlihê dimînin nameyek ji malbatên xwe re şandin û di nameyê de qala zext û zoriyên di van demên dawî de li ser wan tên meşandin kirine. Jinên girtî di nameya xwe de diyar kirine k udi 18’ê Adara 2014’an de gardiyan û leşkeran bi ser qowîşên wan de girtine û lêgereke pir bi tundî kirine. Di lêgerê de tewrê qomutanê leşkeran tam jî provakatorane tevdigeriya. Ji bo tiştên tayîbet yên jinên siyasî derxînin û li her derê belav bikin qumutanê leşkeran ferman dane û li gorî fermana qumutan lêgerek gelek xirab kirine. Dema ku jinên girtî bertek nîşanî rewê dane û diyar kirine normalde divê lêger ji aliyê personelên jin ve bê kirin ev çima wiha bi tundî lêger tê kirin. Bi gotinên weke “Dadgerê vêderê ezim, hun nikarin karê min nîşanî min bidin.”
Dema ku girtî bi kurdî axivîne qumtan ji gerdiyanan re gotinên weke “Dema ku vane derbazî qenalê duyemîn bûn bidin sekinandin”, “çeneya wan bigirin bila ne axivin” gotine. Li peyî bûyerê jinên girtî serî li Serdozgerê Komarê dabûn lê serlêdana wan bê encam ma û heta niha tuştek nehatiye kirin.
(zt)

