Rengê jinên kurd di Şehîd Zîlan de derdikeve jiyanê
09:03
Mizgin Tabu/JINHA
WAN – Ji aliyê NÇM a Wanê ve koroya Şehîd Zîlan ya ku bi tevahî ji jinan pêktê hatiye avakirin û ev çar mehin xebatên xwe berdewam dikin. Koma Şehîd Zîlan amadekariyên festîfal û turnoveyan dikin. Ji ber rastî eleqeyek mezin tên ew ji karê xwe razîne û gotin: “Armanca me reng û çanda jinan dayîna jiyan kirin û derbazî sitiranan kirine.”
Koroya jinan ya Şehîd Zîlan ku berî niha 4 mehan dibiniya Navenda Çandê ya Mezopotamya (NÇM)’ê de dest bi xebatê xwekirine û niha bi hemû leza xwe berdewam dike. Koroya ku bi girştî ji jinan hatiye avakirin, çi çalakiya ku beşdar dibin rastî eleqeyek mezin tên. Koroya jinan ji 15 jinan pêktên. Koroya jinan di çalakiyên weke 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Neweroz û Meşa Amara ya 4’ê Nîsanê derketine dikê û rastî eleqeyek mezin hatine. Xezal Sari ya ku 6 sale di navenda çandê de dixebite û koroyê birêve dibe, diyar kir ku koro rastî eleqeyek mezin tê û ji ber wê jî ew bi kirina vî karî şanazin.
‘Sekna Zîlan bandor li ser me tevan kiriye’
Xezal da zanîn k udi koroya wan de piranî sitiranên kurdî tên gotin û wiha got: “Em sitiranên herêma Serhedê dibêjin. Armanca koroyê ne tenê derketina dikê û sitiran gotine. Armanca me ya bingehîn jiyana jinên Serhedê ya rengîn tevlî sitiranê xwe kirine. Xezal ji bo naê koroyê jî agahî da û wiha domand: “Di derabê gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ya k udi 30’ê Hezîrana 1996’an de jiyana xwe ji dest dayî de me perwerde dît. Jiyan û çalakiya Zîlan li ser me tevan bandorek mezin hêla. Ji ber vê jî bi pêşniyara hevalên m eme navê koroya xwe kir ‘Şehîd Zîlan’.”
‘Divê ciwan li çanda xwe vegerin’
Xezal balkişand li ser naveroka koroyê û wiha berdewam kir: “Di rapertuara me de 13 parçe sitiran cîh digirin. Em heftey ê 2 rojan porveyên koroyê digirin. Di derbarê festîfala Wanê û Amedê de amadekariyê me despêkirine. Li gel van jî jibo bajarên cuda jî amadekariyê me hene.” Xezal ji bo xwedîderketina li çanda kurdî bang li ciwanan kir û got: “Em dixwazin ciwanên kurd bên NÇM’ê û lê xwedî derkevin. Dixwazin ciwanan bi çanda vale jiyan kirinê mijul bikin. Divê ciwan wî tarzê jiyanê red bikin û bên NÇM’ê li çanda xwe xwedîderkevin. Ev cîh ji bo ciwanan firsateke û divê ciwan jî vê firsatê ji destê xwe nekin.”
(zt)

