Di 23’ê Nîsanê de zarokên girtîgihan nehatin ji bîr kirin
09:43
Gulşen Koçuk / JINHA
AMED – Di çarçoveya kampanyeya îmzayan ya ji bo zarokên girtî bi duruşma “Bila Girtîgihên Zarokan bên Girtin” hatî despêkirin li 6 deverên Amedê stand da wê hatiye vekirin. Ji ber 23’ê yê Nîsanê Roja Zarokan duh stand hatin vekirin. Seroka Navenda Parastina Zarokan ya Baroya Amedê Parêzer Gazal Bayram Koluman diyar kir ku îmzayên komdikin dê hem ji TBMM û hem jî ji Wezîrê Dadê re bişînin.
Hewla Girtina Girtîgihên Zarokan li gel Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê dest bi kampanyeya bi duruşma “Bila Girtîgihên Zarokan bên Giritin” li Amedê 6 standên îmzayan vekirine. Hewla Girtina Girtîgihên Zarokan dan zanîn ku dê wan îmzayên kom dikin hem ji TBMM û hem jî ji Wezîrê Dadê re bişînin. Bi giştî 21 STK a Şaxa TÎHV Diyarbakir, Baroya Amedê , TUHAD-FED, MAZLUMDER, Egîtîm Sen û SES jî di nav de 8 saziyên sivîl yên Amedê beşdarî kampanyaya îmzayan bûn. Kananyeya îmzayan ya ku rastî eleqeyek mizin tê armanc kirine bi sed hezaran îmzayan kom bikin. Tenê standa KCD’ê heta niha nêzî 5 hezar îmzayan komkirine.
Di 23’ê yê Nîsanê de ji bo girtîgihên zarokan bên girtin kampanyeya îmzayan hat despêkirin’
Seroka Navenda Parastina Zarokan ya Baroya Amedê Parêzer Gazal Bayram Koluman destnîşan kir ku armanca wan girtina girtîgihên zarokane. Gazal derbirî ku wan di çileya 2014’an de dest bi vê xebata xwe ya ji bo girtina girtîgihên zarokan kirine û ev xebata wan berdewam dike.
Dê îmzayan hem ji TBMM û hem jî ji Wezîrê Dadê re bişînin
Gazal anî ziman ku îmzayên komdikin dê hem ji TBMM û hem jî ji Wezîrê Dadê re bişînin û wiha got: “Divê ji bo zarok li herêmê vekirî de jiyan bikin neyên cezakirin tedbîr bên girtin. Di serî de mafê wan yê jiyanê û weke dinê ney binpêkirin. Em dixwazin di her dem û wextan de li zarokan bên fikirandin.”
‘Li cihên ku zarok bên qetilkirin bêgoman dê nifos kêmbibe’
Yek ji Stajerên Baroya Amedê M. Em.n Çoban jî girêdayî “Bila Girtîgihên Zarokan bên girtin” nêrînên xwe wiha anî ziman: “Îro 23’ê yê Nîsanê… Li Tirkiyê cejna zarokan tê pîrozkirin. Lê li Kurdistan cejin nîne. Gelek zarok hatine qetilkirin û gelek ji wan jî di girtîgihandenin.” Emîn balkişand li ser di Tirkiyê de kêmbûna şêniya zarokan û wiha domand: “Beşek ji zarokan avêtine zîndanan, beşek ji wan qetilkirine û beşek jî li koşeyên kolanan de hînî madeyên nelirêtiyê dibin. Paşê jî dibêjin şênî kêmbûye.”
Emîn diyar kir ku heger îmza pir bibin dê bandora wan jî mezin bibe.
(zt)

