Bi navê venêrîna nasnamê fîşleme!
11:11
Bêrîtan ELYAKUT/ JINHA
AMED- Makbûle Ozbek ya 65 salî ji ber berî niha bi salan hatiye girtin û îşkenceyên giran dîtiye ew şopên îskencê di laşê wê de rê li pêşiya nexweşiyan vekiriye. Ji ber wan nexweşiyan her dem dermanan dixebitîne. Dema ku duh ji ber wan nexweşiyên xwe diçu nexweşxanê li ser tiliyên wê venêrîn kirine, nasnameya wê diyar bûye û hat girtin. Hevserê wê Rifat Ozbek girêdayî rewşê wiha axivî: “Armanca dewletê ya li her derê venêrina tiliyan derdixe pêşiya mirovan li ber çavane. Ji ber dema em ji nexweşxaneyê derketin û berbi malê birêkevin me dît polîsan derdora avahiya nexwşxanê girtine. Makbûle bi wî halê wê yê nexwş ve jî ji destê me girti, bil ez û bez birin.”
Makbûle Ozbek ya 65 salî û li navçeya Rezan ya Amedê dirune duh dema ku ji ber nexweşiyên xwe çu nexweşxaneyek ya Deriyê Çiyê li wê bi girtina venêrîna tiliyan nasnameya wê hat diyar kirin û girtin binçavan. Hevserê Makbûla Rifat Ozbek diyar kir ku Makbûle ev 4 salin nexweşiyên wê yên giran hene û wiha got: “Her çendî k udi nasnameyê de temenê hevsera min 65 jî be lê di rastiyê de 70 saliye. Ji ber nexweşiya şekir ew ji çavên xwe dihat tedawîkirin. Di heman demê de ji ber îskenceya berê dîtî gurçikên wê zararek mezin dîtine.”
‘Aqubeta zarokên xwe pirsîn weke suc hat dîtin’
Rifat da zanîn k udi navbera salên 1993-1994’an de du zarokên wan tevlî nava PKK’ê bûne, ji bo Makbûle agahî ji zarokên xwe bigire dipirsî li ser vê prisîna wê di derbarê wê de “Bi endambûna rêxistinê” hat sucdar kirin û doz lê hat vekirin. Rifat anî ziman ku ew vê sucdarkirina hevsera xwe ne pejirîne û wiha domand: “Hevsera min ji boa gahî ji zarokên me bigire digeriya û di xwest agahiyekê ji wan bizane. Berê de jî ji ber vê lêgera wê li Bismîlê hat girtin û wê demê îskenceyên giran dîtiye.” Rifat bilêv kir ku hevsera wî berê bi “Endambûna rêxistinê” hatibû sucdar kirin û 2,5 sal ceza lê hatîbû birîn û wiha berdewam kir: “Makbûle wê demê tuştek li ser xwe nepejirand. Li gel ewqas îskenceya giran jî îfadeya xwe ne guherand û pirştî 2,5 salan serbest hat berdan. Vê carê jî ji ‘alîkarîdayîna rêxistinê’ tê sucdarkirin.”
‘Nexweşiyên hevsera min yên gelek cidî hene’
Rifat axaftinên xwe wiha berdewam kir: “Piştî 60 saliya xwe hevsera min Makbûle serbest hat berdan. Lê dadgihên herêmî cardin doza wê xira kirin û ji carekedinê ceza danê. Di sala 2012’an de li dadgiha bilind cezayê wê hat erêkirin. Ev 4 salin nexweşiyên cidi yên hevsera min hene. Her çendî k udi nasnameyê de temenê hevsera min 65 jî be lê di rastiyê de 70 saliye. Ji ber nexweşiya şekir ew ji çavên xwe dihat tedawîkirin. Di heman demê de ji ber îskenceya berê dîtî gurçikên wê zararek mezin dîtine.”
Di dawiyê de Rifat diyar kir ku divê hemû girtiyên nexweş yên li Tirkiyê bên berdan û got: “Weke welatiyekê em taleb dikin ku demek ji ya dinê zutir hemû girtiyên nexweş bên berdan. Divê êdî Serokwezîr, Serokkomar û TBMM ji vê rewşê re çavên xwe negirin. Ji vê rewşê re çavên xwe girtin sucekî mirovahiyêye.”
(zt)

