Rojên şanoyê ya Êlihê rastî eleqeyek mezin tê

12:57

JINHA


ÊLIH – 5’emîn Rojên Şanogeriyê ya Festîfala Êlihê bi derketina şanoyan ya li ser dikê berdewan dike. 


Ji aliyê Şaredariya Êlihê ve 5’emîn Rojên Şanogeriyê ya Festîfala Êlihê bi duruşma “Huner jiyane li jiyanê xwedîderkevin” di navbera 21-17’ê nîsanê de bi komên şanogeriyên cuda berdewam dike. Li Sînemaya Yilmaz Guney ji aliyê Navenda Çanda Buharê ve lî soka yek desî ya bi navê “Du Xelek û Nîv” ji aliyê lîstokvan Pelda Bal ve hat pêşkêşkirin. Ji aliyê Şanogerên Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve jî lîstoka Azîz Nesîn ya bi navê “Çî tê jiyan kirin û Çî nayê jiyan kirin” li Sînemaya Yilmaz Guney derket dikê û ji aliyê Êlihiyan ve bi şanaziyek mezin hat temaşekirin. Di roja sêyem de jî cardin ji aliyê Navenda Çanda Buharê ve lîstoka zarokan ya bi navê “Hêza Zarokan” û ji aliyê Akademiya Çand û Hunerê ya Cigerxweîn ya Şaredariya Girêsîran ve jî lîstoka binavê “Lîsokên Jinan” hat amade kirin û li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney derketin dikê.  


5’emîn Rojên Şanogeriyê ya Festîfala Êlihê ya ku ji aliyê Êlihiyan ve rastî eleqeyek mezin tê. Festîfal bi lîstoka “Kilim” ya ku ji alyê Navenda Çandê ya Wêranşanrê ve hatî amadekiri, li gundê Şikeftan yê girêdayî navenda Êlihê û ji aliyê Şanogeriya Bajêr ya Şaredariya Êlihê ve jî lîstoka bi navê “Dupişk” li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney berdewam dike.


 (zt)