Li Rojava teqîn kuştî û birîndar hene
13:16
JINHA
SÊREKANIYÊ – Li bajarê Serêkaniyê li riya ketina bajêr û gundê Til Xelef rojavayê bajêr du teqîn pêk hatin. Hate zanîn ku di êrîşa xwekujî ya li Til Xelef de mirî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, nêzî dibistaneke seretayî ya li ketina bajarê Serêkaniyê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin. Hat ragihandin ku ji ber êrîşê birîndar hene û hin ji wan jî zarok in.
Êrîşa duyemîn jî li gundê Til Xelef a 4 km rojavayê Serêkaniyê ye, rû da. Hat ragihandin ku di vê êrîşa xwekujiyê de gelek mirî û birîndar hene, lê belê hejmar diyar nebû. YPG'ê û hêzên Asayîşê li herêmê tedbîrên ewlekariyê stendin.
Til Xelef li pêşberî Muduriyeta Karên Çandiniyê ya Serêkaniya ser xetê ye. Ev dever, beriya bikeve bin kontrola YPG'ê yek ji nuqteyên bingehîn ên ketin û derketina çeteyan ji Tirkiyeyê bû.
Hêzên YPG'ê di çarçoveya operasyona şoreşgerî ya 1'ê Mijdara 2013'an de, di nava pênc rojan de li herêma Serêkaniyê herî kêm 25 gund û gundê Til Xelef a xwedî girîngiyeke stratejîk rizgar kiribûn. Li gundê Til Xelefê ya li ser sînorê Tirkiyeyê ye, gelên Kurd, Ereb, Çeçen, Tirkmen û civakên Xiristiyan dijîn.
Piştî hilbijartinên herêmî teqîna yekemîn
Êrîşên dawî bûn yekemîn êrîşên piştî hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê yên li Tirkiyeyê, li Serêkaniyê rû dan. Li Serêkaniya ser xetê, bi awayekî gumanbar namzetê AKP'ê hilbijartin qezenç kiribû. Vê yekê jî rê li ber fikaran vekiribû ku Serêkaniya ser xetê ya li ser sînorê Rojava ji nû ve bibe baregeheke çeteyan. Menderes Atîlla yê bi awayekî gumanbar hat hilbijartin, par wêneyên wî yên bi çeteyan re kişandibû, hatibûn weşandin.
Serêkaniya ser xetê ji aliyê rejîma AKP'ê ve ji sala 2011'an û vir ve di şerê li Sûriyeyê de ji çeteyan re weke baregehekê hatibû pêşkêşkirin. Gelek caran bi belge, mikurhatin, şahid û dîmenan derketibû holê ku Tirkiye derfetên stargeh, alîkariya leşkerî û aborî dide çeteyan.
Piştî ku hêzên leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê YPG'ê di 16'ê Tîrmeha 2013'an de çeteyên ser bi El Qaîdeyê bi temamî ji Serêkaniyê derxist û kontrola deriyê sînor xist destê xwe, rejîma AKP'ê neçar mabû ku beşek ji xebatên xwe yên vê tifaqa qirêj derbasî sînorên din bike.
Ji ber pêla nû ya êrîşan a destpêka meha Adarê li hemberî Kobanê destpê kir, li herêma Serêkaniyê di operasyonên YPG'ê yên li dijî baregehên çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de herî kêm 12 çete hatibûn kuştin. Di 19'ê Adarê de li hemberî bargeheke çeteyên DAIŞ'ê ya li gundê Til Xezir ê 25 kîlometre li rojavayê Serêkaniyê operasyoneke bersivdayînê hatibû lidarxistin.
Di operasyona bi armanca destekkirina Berxwedana Kobanê de gundên Til Xenzir, Til Xezal Miço, Ferisa Şerabiyan, Ferisa Sofiyan, Ferisa Dişo, Til Boxan, Til Meha hatibûn rizgarkirin û 32 endamên çete hatibûn kuştin.
(zt)
