Meclisa Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî kolana xendeka dan

14:15

JINHA


WAN- Meclisa Dayîkên Aştiyê bertek nînşanî kolana xendekên ji aliyê KDP’ê ve tên kolan dan û gotin: “Emê heta dawiyê piştevaniya berxwedana Rojava bikin. Ji bo vê dozê emê bi can û xwîn tekoşîna xwe berdewam bikin.”


Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Wanê bi boneya şermezarkirina kolana xendekên ji aliyê KDP’ê ve li ser sînorê Rojava û Herêma Federala Kurdistên tên kolan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Gelek Dayîkên Aştiyê Beşdarî daxuyaniyê bûn û despêkê endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Hanîfe Kaçak axivî û wiha got: “Bi çêkirina wan xendekan dixwazin mezarên zarokên me bikolin lê gelê kurd li ber xwe didin.” Hanîfe balkişand li ser pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatî despêkirin û wiha domand: “Ev ji salekê zêdetire Birêz Abdulah Ocalan pêvajoyek ya aştiyê daye despêkirin. Gerilla paşve kişand û çek bêdeng kir. Serokwezîr Erdogan gelo te ji bo aştiyê çîkir?” Hanîfe anî ziman ku dê heta dawiyê piştevaniya berxwedana Rojava bikin û wiha berdewam kir: “Ji bo vê dozê emê bi can û xwîn tekoşîna xwe berdewam bikin.”


Endama Meclisa dayîkên Aştiyê Rukiye jî balişand li ser kampanye ya îmzayan ya ku ji bo Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî despêkirin û got: “Hîna gelê kurd bi ser xwe ve nehatine, êdî şiyar bibin divê êdî em Serokê xwe ji wê derxînin.”


 (zt)