Ferhat Encû: Em ji nava dilê xwe êşa gelê Ermenî pardikin
14:58
JINHA
ŞERNEX- Malbatên Roboskiyan di hefteya 121’an de li ser mezar hatin bahev û daxwaza edaletê kirin. Ferhat Encu balkişand li ser qetilkirina zarokên kurdan û got: “Ev cejin ne cejna zarokên kurdane.” Ferhat qirkirina Ermeniyan jî bi bîrxist û da zanîn ku ew êşa gelê Ermenîn jî parvedikin.
Di 28’ê meha Kanuna sala 2011’an de ji aliyê balefirên F16 yên TSK ayê ve piraniya wan zarok 28 welatî hatibûn qetilkirin. Ji bo faîl bên darezandin malbat tekoşîna xwe ya dadê berdewam dikin. Malbatên Roboskiyan di hefteya 121’an de li ser mezar hatin bahev û daxwaza edaletê kirin. Li ser navê malbatan Ferhad Encu yê k udi qirkirinê de 11 xizmên xwe wendakirî daxuyanî xwend û wiha got: “Ev 121 hefteye em li bendênd faîl bên darezandin. Ji bo me dad çiqasî giringe carekedinê derdikeve ber çavan.” Ferhat destnîşan kir ku ew dê heta dawiyê tekoşîna xwe berdewam bikin. Ferhad balkişand li ser 23’ê yê Nîsanê ‘Cejna Zarokan’ û 24’ê Nîsanê roja qirkirina Ermeniyan.
‘Kujerên zarokan diparêzin’
Ferhat qetilkirina zarokan bibîrxst û wiha domand: “Weke em hemû jî dizanin duh ne ji xweve roja Cejna Zarokan bû. Yên k udi qirkirina Roboskî de hatin qetilkirin 19 jê zarokbûn. Li welatek zarokên mîna Enes, Ugurlar, Ceylan ve Berkin tên qetilkirin qala Cejna Zarokan kirin karekî beraqil nîne.
‘Em êşa gelê Ermenî pardikin’
Ferhat diyar kir ku di 11 salên deshilatiya Serokwezîr Erdogan de Enes, Ugurlar, Ceylan, Berkin û qirkirina Roboskî hatine jiyan kirin û wiha got: “Ru bir u nebûna Serokwezîr ya bi van qirkirinan re em bi hêviya wijdana gelê xwe ve dihêlin.” Li ser navê malbatên Roboskiyan Ferhat sersaxî ji belê Ermenî re jî xwest û êşa wan parkir. Di dawiyê de Ferhat xwest êdî Tirkiye bi vê demboriya xwe ya reş re bê ru bir u kirin.
(zt)

