Li ser hevsera xwe de rûnê qelandî rijand û paşê jî xwe întihar kir
15:39
JINHA
EDENE – Jina bi navê Gonul E.. dema ku razayîbû hevserê wê rûnê qelandî bi ser wê de kir û giran birîndarbû. Beşek mezin ji rûyê Gonul di asta duyemîn de şewitiye hat hînbûn ku xetereya jiyana wê nîne.
Li gorî agahiyan li taxa Malên Şaredariyê ya navçeya Çukurova ya Edeneyê Hilmî E yê 70 salî li gel hevsera xwe Gonul E li ser xwarinê bi hav çune, şer kirine. Dema ku hevsera wî Gonul razaye wî jî rûnê qelandî bi ser ruyê wê de kiriye. Gonula ku run bi ser çavê wê de bû bi lez ji malê hat derxistin û li mala cîranên wê hat bi cîh kirin. Hilmî E jî derê mala xwe ya li qata 4’ane girt, xwe ji balkonê avêt û întihar kir. Gonul E ji aliyê cîranên wê ve bi ambûlansê hat rakirina Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Numune ya Seyhanê û li wê tê tedawîkirin. Hilmi E jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hilmi E jî rakirin Morga Tiba Edli ya Edeneyê.
Hat zanîn ku berê jî dema ku hevsera Hilmi di xwêdebûye wî çekîç li serê wê xistiye û ji mirinê filitiye. Bi hinceta deruniya Hilmi nebaşe ji ber boyerê nehatibû cezakirin. Hat zanîn ku Gonul E li gel hevserê xwe di heman malê de jiyana xwe berdewam dikirin.
(zt)

