Hamiyet Yuksel: Dê pergala hevserokatiyê bibe modelek
08:36
Perihan KAYA / JINHA
AMED – Bi tevlîbûnekî demokratîk di hilbijartinên 30’ê Adarê de jinên kurd îmza avêtine binê serkeftinek dîrokî û cara yekem bi pergala hevserokatiyê di şaredariyan de xistin meryetê. Êdî bi gavên ji xwe bawer riya xwe berdewam dikin. Endama BDP’ê ya Rêveberiyên Herêmî Hamyet Yuksel pergala hevserokatiyê û şêweyê xistina meryetê nirxand û got: “Di tevahiya cîhanê de pergala hevserokatiyê cara yekeme dikeve meryetê. Em bawerin ku dê bibe modelek giring.”
Di hilbijarinên herêmi yên 30’ê Adara 2014’an de cara yekem BDP’ê li Tirkiyê di şaredariyan de pergala hevserokatiyê xistin meryetê. BDP hedef dike ku di rêveberiyên herêmî de nûneriya herdu cinsan hebe û azadiya her du cinsan armanc kirine. Endama BDP’ê ya Rêveberiyên Herêmî Hamyet Yuksel pergala hevserokatiyê û şêweyê xistina meryetê ji JINHA yê re nirxand. Hamiyet diyar kir ku hemû deskeftiyên rêveberiyên herêmî di heman demê de deskeftiyên gelin û wiha got: “Me despêkê bi koteyan despêkir. Di dawiyê de di sala 2013’an de li 14 deveran şaredarên me yên jin hebûn. Pergalek ya ku ji aliyê Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ve hatî pêşiniyar kirin heye. Em weke tevgera jinan ji sala 2008’an heta niha li ser vê pergalê hurdikolin û bi hilbijartinan re ev pergal gihişt asteke bilind.”
Di cîhanê de yekem: Pergala hevserokatiyê
Hamiyet da zanîn ku pergala hevserokatiyê di tevahiya cîhanê de cara yekeme dikeve meryetê û wiha domand: “Ev pergal hevsengiya her du cinsan bingeh digire û di berjewendiyê gel de tê bi karanîn.” Hamiyet anî ziman ku pergala hevserokatiyê ji bo jinan deskeftiyekî gelek giringe û wiha berdewam kir: “Jinên kurd jinên tekoşerin. Li tevahiya cîhanê û Tirkiyê tevgerên jinan hene, lê lig elek cihan jî tekoşîna cinsî hatiye cemidandin. Di vê xalê de pozisyona jinên kurd bêyî raweste berdewam dike. Her roj ji nû de hebûna xwe avadike.” Hamiyet destnîşan kir ku jinên kurd hebûna xwe didin diyar kirin û di siyasetê de dibêjin em jî hene û wiha axivî: “Divê jin ji derveyî kar mayînê ne pejirînin û ji bo xwe bikin xwedî vîn din ava hewildanan debin.”
‘Pergala hevserokatiyê qazanceke’
Hamiyet derbirî ku beriya partiyên siyasî jî pergala hevserokatiyê hebû lê bi rêveberiyên herêmî re zêdetir derket pêş û hat pejirandin û got: “Her çendî k udi nava partiyên siyasî de dem dem bûyîbe sedema zoriyan jî lê pergala hevserokatiyê deskefityek mezine. Ev pergala weke pergala dewletê ji kursiyek li serê maseyekê pêknayê. Weke ku jin hevkarin divê neyê zanîn. Berevajiyê wê dê ji bo xizmeta gel kar bikin.” Hamiyet anî ziman ku pergala 5 hezar sal ya ku mêran avakiriye, mêr dixwazin xwe bi vê xilas bikin û wiha got: “Jin divê xwe ji wan tayîbetiyên jina kilasîk rizgar bikin. Modela ku em derdixin holê divê baş bê têgihiştin. Divê herdu cins bi gel re van herêman baş birêve bibin.Wê demê model ji bom e dibe mînakek baş.”
‘Divê jin rengê xwe derxînin holê’
Hamiyet diyar kir kul i Tirkiyê di dema hilbijartina Serokkomar de navê du mêran derdixin pêş û yek ji wan weke hevserok dibe û wiha domand: “Modela me ne weke vê modelêye. Nûneriya herdu cinsan di haman astêdene. Divê di rêveberiyên herêmî de jin hebûna xwe bidin nîşandan. Di hemû şaredariyên me de çîroka jina azad ya ku sazumaniya gel avadike heye.” Hamiyet balkişand li ser xebatên şaredariyan yên bingehîn û wiha berdewam kir: “Şaredariyên ku cîh dane jinan dê zêdetir bixebitin. Ji herêmên paqijiyê heta beşên jinan dê jin di hemû navendên xebatê de kar bikin.”
‘Divê jinên aliyê Tirkiyê jî li ser vê pergalê bifikirin’
Hamiyet axaftinên xwe wiha domand: “Pergala hevserokatiyê ya ku BDP’ê daye pêş tenê ne ji bo jinên kurde. Divê li Tirkiyê jinên ji rêxistinên dinê jî li ser vê pergalê lêhurbibin. Di navberê de nakokiyek ya cinsî heye. Ev nakokiya cinsî rewşek hema bê çaresrekirin û derebaskirin nîne. Lê ji bo jin hebûna xwe bidin nîşandan ve pergal giringe.” Hamiyet anî ziman ku di gelek herêman de jin kedê didin, divê jin li keda xwe xwedî derkevin û wiha berdewam kir: “Emê li Kurdistan û Tirkiyê rêxistinên jinan bi hev re deskeftiyên jinan derxînin holê.”
(zt)

